Hejmara 58’emîn ya Kovara Jin derket
Hejmara 58’emîn a Kovara Jîn bi berga “Di 3 mehên destpêkê ya 2024’an de 97 ji hatin qetilkirin: Êdî bes e!” derket pêşberî xwendevanên xwe.
![](https://jinhaagency1.com/uploads/ku/articles/2024/04/20240407-20240407-jin-dergi-58-sayi-jpg3ec118-image-jpgb8da15-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Hejmara 58’emîn a Kovara Jin ku her hefte roja yekşemê derdikeve vê hefteyê bi berga “Di 3 mehên destpêkê ya 2024’an de 97 ji hatin qetilkirin: Êdî bes e!” derket pêşberî xwendevanên xwe. Di hejmara vê hefteyê ya kovarê de bal kişand ser cînayet û tundiya li dijî jinan.
Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:
* Cînayetên jinan: Tifaqa mêr-malbat-dewletê / Hulya Osmanagaoglû
* “Kujerên jinan hûn in!” / Oya Açan
* Rêveberiyên herêmî dikarin pêşî li cînayetên jinan bigirin / Yuksel Mutlu
* Jiyanên “pembe” yên di rêzefîlmên TV’yan de / Ebru Gunay
* Tunekirina ji dika dîrokê ya kesên soza çarşefên reng bi rend didin / Habîbe Eren
* Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin / Gulbahar Guzel - Komeleya Jinan a Mîmozayê
* Li Kurdistanê çîrokeke azadiyê / Sara Aktaş