Hejmara 174’an a Kovara Jinê cih da rêveberiyên herêmî
Hejmara 174’emîn a Kovara Jinê bi berga “Ji herêmî ber bi jiyana azad ve: Nexşerêya serdema nû ya jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 174’emîn a Kovara Jinê bi berga “Ji herêmî ber bi
jiyana azad ve: Nexşerêya serdema nû ya jinan” derket pêşberî xwendevanên xwe
û hate weşandin.
Kovara Jin di hejmara xwe ya nû de, bal kişand ser nexşerêya serdema nû ya têkoşîna rizgariya jinan ku ji nîqaşên Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî derketine holê.
Di kovarê de li ser mijarên wekî têkoşîna jinan a ji bo hebûna di nava rêveberiyên herêmî de, ezmûna hevserokatiyê, fikra bajarên jinan, jiyana hevbeş, civakîbûna lênêrînê, perspektîfa civakeke demokratîk û ji nû ve avakirina aştiya civakî hate rawestandin.
Hemû sernavên di hejmara nû de ev in:
*“Konferansa jinan û nexşerêya serdema nû / Eda Bazencir
*Ji bajar wêdetir, ber bi kûrahiya zîhn ve: Jiyaneke nû bi hiş, hest û rastiya jinan/ Gunay Yakut
*Têkoşîna ji bo hebûna jinan di şaredariyan de/ Halîma Bayram
*Qenciya civakî ya rêxistinkirî ya modernîteya demokratîk li dijî xirabiya sîstematîka modernîteya kapîtalîst!/ Seyran Şik Karabulut
*Bi fikra jinan ji nû ve avakirina rêveberiyên herêmî/ Devrîm Demîr
*Ji bo aştiya civakî li dijî bêwateyiya xirabiyê ji nû ve girêdan/ Fatime Uzul Levent.”