Hejmara 170’emîn a kovara Jin derket
Hejmara 170’emîn a Kovara Jin bi sernavê "Windabûnên di bin çavan de û Têkoşîna ji bo Edaletê" hate weşandin.
Navenda Nûçeyan – Hejmara 170’emîn a Kovara Jin derket. Kovar, ku bi sernavê "Windabûnên di bin çavan de û têkoşîna ji bo edaletê" tê weşandin û bi Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Windabûnên bi Zorê ya 17-31’ê Gulanê re hevdem e, çîrokên kesên ku di bin çavan de winda bûne û têkoşîna salan a ji bo edaletê ya ku malbatên windayan dane, vedihewîne.
Sernavên di hêjmara dawî de bi vê awayî ne:
"*Dayikên/Mirovên Şemiyê: Navê Kesên ku Bîranînê Zindî Dihêlin / Maside Ocak
*Zarokên Xanimê / Jiyan Tosun
*Şopek ku 31 Salan Tê Şopandin: Lêgerîna Rastiyê Ber bi Edaleta Vegerandinê / Derya Bozarslan
*17-31 Gulan Hefteya Navneteweyî ya Têkoşînê li Dijî Windakirinên Bi Zorê: Îmkanên Rastî, Edalet û Aştiyê li Tirkiyeyê / Gülseren Yoleri
*Ruhê Geziyê Me Dişopîne / Elif Bulut
*CHP - Bêwateyiya Mutleq / Yüksel Mutlu"