Hejmara 147’an a Kovara Jin derket

Hejmara nû ya Kovara Jin bi manşeta “Bi hevrûbûna rabirduyê re avakirina aştiyê: Bîr û gel” derket.

Navenda Nûçeyan – Hejmara nû ya kovara Jinê bi manşeta “Bi hevrûbûna rabirduyê re avakirina aştiyê: Bîr û gel” derket. Kovar, di vê hejmara xwe de destnîşan dike aştî tenê bi rêya bîranîn û hevrûbûnê dikare bibe.  

Nivîsên di hejmara nû de ev in:

* Ma dikare li ser navê miriyan were axaftin? Nîjadperestî, qirkirin û efûkirin... / Hatîce Çoban Keneş 

* Derfeta hevrûbûnê û sûcên bêpîvan / Sevîlay Çelenk  

* Hêviya aştiya di bin siya komkujiyan de şîn dibe / Gulseren Yolerî  

* Komkujiya Roboskê û yên di bîrê de man, şîna bêdawî / Nûray Ozdogan  

* Di salvegera 47’an a Komkujiya Mereşê û jin / Yuksel Mutlu