Hejmara 122’emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara 122'emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Evîna Kurd û avakirina civaka demokratîk” derket pêşberî xwendevanên xwe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 122’emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Evîna Kurd û avakirina civaka demokratîk” derket.
Di hejmara nû de bal kişandin ser dîroka berxwedana jinên Kurd û rêxistiniya xweser. Nivîsên di hejmara nû de ev in:
* Rola veguherîner a çalakiya Zîlanê ya di kirdekirina jinê de - Zîlan Yildiz
* Mîrateyeke civakî ya jinê esas digire - Harîka Peker
* Têkiliya rêxistiniyên xweser û serbixwe ya civakîbûna jinê re - Hatîce Oncu
* “Bîra jinê” bîra dîrokî ya civakan e - Oya Açan
* Li dijî qirkirina xwezayê parastina jiyana ekolojîk - Derya Ren