Hejmara 121’emîn a Kovara Jin derket

Hejmara nû ya Kovara Jin bi manşeta “Çanda Tecawizê: Tundiya dîrokî ya serdestiya mêr” hate weşandin.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 121’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Çanda Tecawizê: Tundiya dîrokî ya serdestiya mêr” derket. Di hejmara nû de li ser çanda tecawizê ya di pergala mêrê serdest de û berxwedana jinan a li dijî vê çandê tê sekinînin.

Nivîsên di hejmara nû de ev in:

* Di bin siya şerekî de, di erefeya aştiyekê de: Ji hemû aliyan ve çanda tecawizê / Sakîne Esen Yilmaz

* Çanda tecawizê: Avakirina serdestiyê ya bi rêya bedenê / Hurriyet Dogan

* Çanda firotinê: Rûyê serdestiya mêr a kûrewî / Serhildan Banyan 

* Demara krîzê ya şaristaniyê: Malbat / Derya Moray

* Di pêvajoya jinûavakirinê de zarok / Çîgdem Ertak