Hedefgirtina nexweşxane û binesaziyan li Şehbayê hat şermezarkirin

Desteya Tendirustî û kadroyên bijîşkî ya Efrîn-Şehba li dijî êrîşên dewleta Tirk yê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li nexweşxaneya Avrîn daxuyanî da.

Şehba - Li dijî êrîşên dewleta Tirk yê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina nuqteyên tendirustî û nexweşxaneyan, Desteya Tendirustî û kadroyên bijîşkî ya herêma Effrîn-Şehba li nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafîn kantona Şehbayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de endamên Desteya Tendirustî û endam û kadroyên tendirustî ya naxweşxaneya Avrîn beşdar bûn û wêneyên welatiyên ku di êrişan de jiyana xwe ji dest dane hildan.

Daxuyanî ji aliyê endama Desteya Tendirustî ya herêma Efrîn-Şehba Birîîvan Yûsif ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Armanc ji vê êrîşê koçberkirina niştecihên resen û vekirina derfetê ji vegera çalakiya rêxistina DAIŞ'ê ya terorîst û desteserkirina herêmên berfireh û rûxandina herêmên ku Rêveberiya Xweser bi awayekî sîstematîk ewlehî û aşîtî li herêmên xwe pêk anî û wê bi rêve dibe ye. Ev sûcên ku rêjîma tirk pêk tîne sûcên li dijî mirovahiyê ne, ji ber ku şerên qirkirinê li dijî gelê aştîxwaz dike, ev yek jî ji nîşaneyên planên Erdoxan ên paşverû ne, vê yekê û pêxistina dewleta tirk çirûskên şer li dijî cîranên xwe yên li derve ji bo nijûlkirina gelê xwe ji binkeftina xwe û binkeftina polîtîkayên xwe di hundir de dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de wiha aht gotin: “Em jî weke karmendên di beşa tenduristiyê de ya Kantona Efrîn û Şehbayê bêdengiya navdewletî şermezar dikin û ji hemû hêzên navdewletî, deste, rêxistinên mafên mirovan û rêxistina tenduristiya cîhanî daxwaz dikin ku bi rola xwe ya mirovî û exlaqî li beramberî sûcên ku rêjîma tirk bi topbarana xwe ya li dijî nexweşxane û navendên bijîşkiyê û bi taybet li dijî bijîşkên bê sînor a li Kobanê pêk tîne rabin."