‘Hedefgirtina jinên Rojava ji bo hemû jinên cîhanê peyama gefxwarinê ye’
Aktivîsta Mexribî Senaa Zaîm, der barê êrîşên li ser Rojava de nirxandin kir û bi gotinên: “Li Rojava hedefgirtina jinan, ji bo hemû jinên cîhanê peyama gefxwarinê ye” bal kişand ser girîngiya hevgirtina femînîst a cîhanî.
RECAA XEYRET
Mexrib – Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) û çeteyên girêdayî DAIŞ’ê, bi desteka dewleta Tirk, ji 6’ê Çileyê ve heta niha êrîşên xwe li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Êrîşên ku li Helebê li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê dest pê kirin, bi dorpêçkirina Kobanê domiyan. Gelek mirovên sivîl ên di navbera wan de jin û zarok jî hebûn hatin kuştin, bi hezaran kes neçarî koçberiyê man û ji ber sir û seqemê çar zarok mirin. Kurdên li welatên cîhanê derketin kolanan, ji bo kiryar li dadgehên navneteweyî werin darizandin û alîkariya mirovî zêde bibe bang kirin.
Berpirsyariya hevgertinê
Civaknas û aktivîsta mafen mirovan a Mexribî Sanaa Zaîmî bertek nîşanî êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê da, bal kişand ku şer û pevçûn careke din li ser bedena jinan hatiye gurkirin. Sanaa Zaîmî, got ku êrîşa li dijî bedena jinan, weke amûra zextê li ser hemû civakê tê bikaranîn û bi vê rêbazê hewl didin pergala zextê bidomînin. Sanaa Zaîmî, wiha got: “Hevgirtina me ya bi Kurdên Rojava re, tenê çavdêriyeke teng a siyasî yan jî ji şahidiya bûyeran nîn e. Ev di heman demê de berpirsyariya me ya çavdêrî û şopandinê ye. Dema ku em li ser pevçûnan nirxandin dikin dive em bibînin ku jiyana mirovan, bedena jinan û tevna civakî her dem di bin zextê de ne.”
Tevî hemû zoriyan jî hewldana avakirina jiyanê
Sanaa Zaîmî, diyar kir ku tiştên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê tên jiyîn nabe tenê di asta guherînên herêmê yan jî peymanên siyasî de werin dîtin û wiha domand: "Herêm tevî şîdeta ku ji ber şer çêbûye, bi vederkirin, marjînalbûn û gelek caran jî bedelên giran ên sivîl didin, lihevkirinên ku tu mafê mirovan û jinan tê de tune ne, di nava şîdetê de ye. Divê mirov vê şîdeta qat bi qat bibîne. Ji sala 2011’an ve heta niha rewşa welat wiha ye. Di encamê de civakên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, tevî vê hilweşîna ku bûn şahid jî; bi çavkaniyên bi sînor, hewl didin jiyana xwe ya rojane ji nû ve ava bikin. Ev pêvajo heta tu bibêjî zor e lê ji aliyê hewldanên civakan ve, bikaranînan çavkaniyan û biryardariyê vê heta tu bibêjî bi nirx û balkêş e.”
Nêrîna bi perspektîfa mafên mirovan
Sanaa Zaîmî, bal kişand ku nirxandina wê ya der barê Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de nabe ku bi pîvanên “serkeftin” an jî “têkçûn” were nirxandin û wiha got: “A girîng ew e ku mirov vê yekê bi perspektîfeke mafên mirovan a zanistên civakî binirxîne.” Sanaa Zaîmî, diyar kir ku bi valahiya siyasî re herêm veguheriye “laboratuvara civakî” û got: “Di vê pêvajoyê de jin, jin tenê bi axaftina der barê şîdetê de bi sînor neman, bi şîdetê re hevrû bibin û li dijî derbikevin.”
Hedefgirtina bedena jinan
Sanaa Zaîmî bal kişand ser hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê û wiha berdewam kir: “Di serî de DAIŞ, heta ku mirov tiştên rêxistinên terorê li dijî jinan dikin, asta şîdeta heyî nebîne, nikare li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bike. Vê rêxistinê her dem êrîşê jinan kir.”
Jin pêşengên çalak in
Sanaa Zaîmî, bal kişand ku jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê xwe mexdûr nabînin, dijberî wê di warê rêxistinbûn, perwerde û parastina civakên herêmê de pêşengên civakê ne û wiha got: “Ev tablo nîşan dide ku nêzikahiya li ser esasê maf çendî girîng e. Jinan tu carî parastinê nexwestin, di mercên herî zor û giran de jî xwe parastin û mafên xwe yên aktîf bi kar anîn. Şîdeta li herêmên di bin kontrola DAIŞ’ê de bi taybetî li dijî jinan tê kirin û hewl didin pêşî li pergala jiyana bi rûmet a ku jinan ava kiriye bigrin.”
‘Divê ku destkeftiyên civakî yên jinan neyên hedefgirtin’
Sanaa Zaîmî bal kişand ser girîngiya hevgirtina cîhanî ya jinan û wiha domand: “Bi taybetî ji rêxistinên li Emerîkaya Latîn û welatên din, bangên ji bo piştgiriyê ji jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re hatin kirin. Ev yek pêleke demborî yan jî bertekek demkî nîn e. Vê bangê di asta cîhanî de xeteke femînîst û hayjêbûna hevpar temsîl dike. Ev hayjêbûn, dipejirîne ku mafên jinan gerdûnî û nayên perçekirin. Li cihekî êrîşa li ser tevgereke femînîst, di nava xwe de peyama gefxwarina li hemû jinên cîhanê dihewîne. Bêguman dizanim ku ev hevgirtin ji ber mercên heyî yên bêbaweriyê, bi astengiyên mezin re rûbirû ye lê girîngiya sereke ay hevgirtinê, ew e ku di pevçûnên ku jin xwedî gotin û biryar nîn in de, jin bi tu awayê gotina mexdûriyetê ji bo xwe napejirînin lewre jin di van pevçûnan de ne tenê yên ‘zirarê dibînin’, ew pêşengên rêxistinbûn, parastin, îradeya siyasî û kirdeyên veguherînê ne. Wele lêkolînerek, ez bawer dikim ku zanîn ji aliyê exlaqî ve bêalî ye. Ji ber vê yekê, li dijî sûcên li dijî mafên mirovan û jinan ‘bêalîbûnê’ rast nabînim û vê nêzikahiya civakî diparêzim. Ez wisa modeleke siyasî tezek naparêzim lê dema ku ji perspektîfa mafên mirovan dinêrim dibînim ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jin û civakên ku bûne xwedî destkeftî bi hincetên ‘jinûveavakirina rêveberiyê’ yan jî ‘avakirina hevsengiya herêmî’ tên hedefgirtin vê yekê bi tu awayî napejirînim.”
‘Tu çareserî bê hebûna jinan domdar nîn e’
Sanaa Zaîmî, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku parastina jinan di heman demê de tê wateya parastina mafên mirovan û wiha bi dawî kir: “Ji bo min parastina jinên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, tenê parastina erdnîgeriyek an jî rêveberiyeke siyasî nîn e. Divê ku ev civak mafê rêxistinbûna jiyana xwe, mafê beşdariya jinan a pêvajoyên biryargirtinê bi kar bînin û bêyî ku tirsa wan hebe, di nava ewlehiyê de bijîn. Divê mirov pir vekirî vê bibêje: Heta ku edalet tunebe aştî nabe, heta ku jin nebin edalet nabe. Tu çareseriya siyasî ya ku mafên jinan weke ‘luks’ bibîne, jinan ji bo civakan bingeh nebîne, nikare bibe xwedî pêşerojek.”