‘Hebûna her kesayet û civakê, bi zimanê wan ve girêdayî ye’

Mamoste û şagirtên zimanê Kurdî tekez kirin ku ziman bingehek sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ye û gotin “Hebûna her kesayet û civakê, bi zimanê wan ve girêdayî ye.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê – Di sala 1999’an de ji aliyê UNESCO û Neteweyên Yekbûyî ve  ji bo parastina cureyên çandî, ewlahiya ziman û piştgiriya ziman, 21’ê Sibatê wek ‘Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî’ hate qebûlkirin. Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî li hember asîmîlasyon û înkariyê, zimanê gelan ji aliyê hiqûqa navnetewî, hiqûqa mafên mirovan û gelek saziyên azadîxwaz ve hatiye destekkirin.
21’ê Sibatê li seranserê dinyayê tê pîrozkirin. Zimanê Kurdî bi sedan sal in rastî hewldanên windakirinê hatiye, lê Kurdan li hember hemû zor û zehmetiyan jî bi rêya helbest û sitranan zimanê xwe parastiye. Kurdên rojavayê Kurdistanê û pêkhateyên Suryan û Ermen jî  heta sala 2011’an ji ber zexta rêjîma Baasê  nikaribûn wê rojê pîroz bikin, lê ji destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê heta niha ev roj bi coş tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê Mamosteya Zimanê Kurdî Jînda Ehmê û şagirtên Kurd ji ajansa me re axivîn.

‘Ji malên takekesî ber bi zanîngehan ve’

Jînda Ehmê yek ji wan mamosteyan bû ku di pêşxistina zimanê Kurdî de roleke girîng lîst û her wiha di bin zext û êrîşên rejîma Esed de malên Kurdan veguherandin dibistanên ji bo hînkirina zimanê Kurdî. Jînda 21’ê Sibatê li tevahî cîhanê pîroz kir û tekez kir ku Şoreşa Rojava şoreşeke ji bo parastina dîrok, çand û zimanê dayîkê ye. Wê destnîşan kir ku di destpêka şoreşê de, dayîkên Kurd, tevî zext û êrîşên rejîma Baasê, ji bo hêsankirina vê gavê malên xwe vekirine. Mamoste Jînda da zanîn ku bi biryardariya gelê Kurd, ji malên takekesî ber bi saziya Zimanê Kurdî, dibistanan, dû re peymangehan û di dawiyê de jî zanîngehan ve çûne.

 

 ‘Mamoste di heman demê de xwendekar bûn’

Jînda balkişand ser keda maosteyan ku di pêngava despêkrina Şoreşa Rojava de ji bo pêşxistina Zimanê Kurdî hem mamoste bûn û hem jî şagirt bûne. Mamoste Jînda wan kêliyan û keda wan mamosteyan bi van gotinan anî ziman: “Bi armanca avakirina nifşek bi hişmendiya dîrokî, çandî û ehlaqek xurt, materyala bi zimanê Kurdî hat amadekirin û mamoste li ser wê hatin perwerdekirin. Di destpêka şoreşê de, mamoste di heman demê de xwendekar bûn, bi rêya peymangehan li ser vê materyalê perwerde dibûn.”

‘Jinê barê rêvebirin û fêrkirina civakê girt ser milê xwe ‘

Jînda behsa rola jinê ya di pêşxistina zimanê dayîkê de jî kir û destnîşan kir ku di Şoreşa Rojava de jinan di pêşxistina ziman û perwerdehiya wê de roleke girîng lîstine. Jînda derbarê wê pêvajoyê de ev agahî dan: “Wan li malê zarokên xwe perwerde kirin û her wiha berpirsyariya perwerdekirin û birêvebirina tevahiya civakê girtin ser xwe. Jin di vê şoreşê de di pêşxistina qada perwerdê de bi ser ketine. Ji ber ku ew ji vî warî hez dikin û hem li malê û hem jî di civakê de pratîk dikin.”
Jînda got ku di bin  sîstema rejîma Baasê de gelek zehmetî kişandine, lê tevî êrîşên berdewam ên dewleta Tirk, DAIŞ û rejîma Baasê, di rêxistinkirin û hînkirina pergala xwe ya perwerdehiyê de bi ser ketine. Wê zêde kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, hêviya wan û civakan ew bû ku xwedî nasnameyek neteweyî bin û zimanê xwe yê dayîkê fêr bibin.

‘Xwendina bi zimanê dayîkê serfirazî ye’

Jînda da zanîn ku xwendina bi zimanê dayîkê serfirazî ye, got ku “Bi saya ramanên Rêber Ocalan û xwîna şehîdan hatiye bidestxistin” û bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe anî: “Bi Zimanê Kurdî îro perwerde jî tê dayîn, rojnamegerî, nivîskarî, karê zanistî, hunermendî, dîplomasî, siyaset, lêkolîn û hemû çûre çalakiyên rewşenbîrî bi kurdî her roj derfetên nû ji xwe re peyda dike. Divê ku mirov zanibe ziman, ne tenê weke nasname mirovan e. Ji xaynî wê yekê jî ziman hebûna rastiya mirov û pêşketina wê ye. Dîroka zimanê dayîkê, bi dîtina xwe re bi têgihiştinê re dest pê dikê. Piştre bi afirandin, axaftin û nivîsandinê re berdewam dike.”

 


‘Zimanê dayîkê nasname û rûmeta me ye ‘

Şagirta bi navê Ciwana Mihemed roja cîhanî ya Zimanê dayikê pîroz kir û wiha got: “Ev çend sal in  digel zextên rêjîmê bi zimanê xwe yê dayîkê dixwînin lê wekî şagirt emê her tim bi zimanê xwe yê dayîkê bixwînin û emê bipêş bixin da ku em pêşerojek azad bidin avakirin. Piştî ku rêjîm hilweşiya HTŞ’a  cîhadîst êrîşî herêmên me kir û ev nêzî mehek e ku em nedihatin dibistanên xwe. Hestekî pir xweş e ku em bi zimanê xwe fêr dibin û diaxivin. Em bi zimanê xwe hene, ji ber ku ziman, nasname û rûmeta me ye.”

 


‘Mafê me ye ku em li ser axa xwe bi zimanê xwe bixwînin’

Şagirta bi navê Bêrîtan Ismaîl jî diyar kir ku wekî keçeke Kurd mafê wê ye ku li ser axa xwe bijî û bi zimanê xwe yê Kurdî bixwîne û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Pir girîng e em dîroka xwe nas bikin. Dijmin çiqas hewl bide ku me tune bike, wê nikaribe. Ji ber ku di nava 14 salên Şoreşê de nifşek xwedî ziman, dîrok û çand hatiye avakirin.”