Hebûna çalak a jinan di destûra Sûriyeyê de gelek girîng e

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîna Osî bal kişand ser pêwîstiya bihêzkirina jinan a di hemû saziyên hikûmet û biryardanê de û girîngiya hebûna wan a çalak a di nivîsandina destûra Sûriyeyê de anî ziman.

ESMAA MUHAMAD

Qamişlo – Kongra Star li bajarê Qamişlo ya kantona Cizîrê duh konferanseke berfireh bi dirûşmeya “Werin em bi hev re ji bo mîsogeriya mafên jinan a di destûra Sûriyeyê de têbikoşin” lidar xist. 400 delegeyên jin ji pêkhateyên cûda di konfransê de li hev civiyan û pirsgirêkên ku jinên Sûriyeyê pê re rûbirû ne û rêbazên parastina mafên wan nîqaş kirin.

Her wiha konfransê cihekî ji bo diyalogeke kûr li ser mekanîzmeyên ji bo baştirkirina rolên jinan û mîsogerkirina beşdariya wan a bibandor a di warên cuda de, peyda kir.  Armanca konfransê ew e ku vîzyonek stratejîk a berfireh ku bingehên zelal ji bo hebûna jinan a di serdema pêş de datîne bipêş bixe, pêşî li paşguhkirin an jî dûrxistina wan a ji meqamên bi bandor bigre.

Îlana destûrî û avakirina hikûmetê hebûna jinan nîşan neda

Berdevka Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk a Kongra Star Emîna Osî armanca konfransê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Armanc ew e ku xebata jinan sazî bike û hewlên xwe di çarçoveyek rêxistinkirî de bike yek. Bi taybetî di vê pêvajoya ku Sûriye tê re derbas dibe ku paşguhkirina rola jinan û kêmkirina hebûna wan di warên cuda de xuya dibe de îlankirina destûrî û avakirina hikûmetê, hebûnek ku layiqî rola jinan be nîşan nedaye û beşdariya wan a bi bandor di biryardanê de garantî nekiriye.”

Destûr û rola jinan hate nîqaşkirin

Emîna Osî zêde kir ku konferans li ser mijarên sereke yên ku dikevin navenda pirsgirêka jinan sekiniye. Emîna got ku di serî de mijara siyasî ku nîqaşek kûr û berfireh li ser şeklê Sûriya pêşerojê û mekanîzmayên mîsogerkirina beşdariya jinan a di jiyana siyasî de û bi awayekî bi bandor kiriye, girtiye nav xwe. Emîna Osî wiha got: “Yek ji mijarên ku di dema nîqaşan de bala berfireh kişand, nivîsandina destûra bingehîn a Sûriyeyê bû. Beşdaran tekez kirin ku her destûrek ku bi awayekî zelal û eşkere mafên jinan garantî neke û prensîba wekheviya rastîn bicîh neyne, dê destûrek xelet be û nikaribe edaletê pêk bîne. Li ser qanûnên têkildarî jinan, bi taybetî qanûnên rewşa kesayetî, nîqaş hatin kirin.”

‘Entegrasyona saziyan mijareke hesas e’

Emîna Osî qala mijara entegrasyona saziyan kir û wiha pê de çû: “Mijara entegrasyona saziyan jî hat nîqaşkirin, ku di qonaxa niha de mijarek hesas e. Ji ber ku bal kişandiye ser ka çawa hebûna jinan di vê pêvajoyê de mîsoger bike. Bi taybetî di saziyên ku bi avahiyên navendî re têne entegrekirin de. Nîqaş bi aliyên siyasî û destûrî ve sînordar nebûn, berfireh bûn û eksena parastinê jî di nav xwe de girtin. Nebûna mekanîzmayên parastinê yên bi bandor, jinan dike ber xetereyên zêde û şiyana wan a beşdarbûna bi bandor, di jiyana giştî de sînordar dike.”

‘Divê temsîliyeta jinan mîsoger bibe’

Emîna Osî xuya kir ku ezmûna li Rojavayê Kurdistanê îspat kir ku jin bêyî hêzên jinan ên rêxistinkirî yên ku xwedî şiyana parastina wan û saziyên wan in, nikarin mafên xwe garantî bikin an jî destkeftiyên xwe biparêzin û got: “Pêwîst e bal were kişandin ser girîngiya beşdariya Yekîneyên Parastina Jinan di nav formasyonên ku têne afirandin de, bi awayekî ku taybetmendî û çanda herêmê nîşan bide û temsîliyeta jinan wek hêzek ku mafên wan diparêze misoger bike.

‘Xalên konfransê dê bibin encamên pratîkî’

Emîna Osî destnîşan kir ku çar mijarên ku di konferansê de hatine nîqaşkirin dê bibin encamên pratîkî, ji ber ku xebat ji bo amadekirina dosyayek berfireh ku pêşniyar û biryarên bingehîn dihewîne, berdewam e. Emîna da zanîn ku ev dosya dê bi armanca yekkirina hewldanan û xebata ji bo bidestxistina van daxwazan di astên siyasî, destûrî û yasayî de, bi gelek saziyên jinan re were parvekirin.

‘Armanc peydakirina vîzyonek yekgirtî ye’

Emîna Osî daxwaza berfirehkirina xeleka beşdarbûnê bi beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cûda, ligel rêxistinên civaka sivîl û çalakvanên di warên siyasî de û her wiha Yekîneyên Parastina Jinan kir. Emîna, bi armanca peydakirina vîzyonek yekgirtî û helwestek hevpar ku hêviyên jinên li Sûriyeyê nîşan dide, da ku jin bibin şirîkek bingehîn di şekildana pêşeroja Sûriyeyê de û dengê wan bibe hêzek çalak û bibandor, ev daxwaz kir.