HARANA: 254 zarok hatine kûştin
Rêxistina Mafê Mirovan a HRANA’yê ragihand ku di nav 24 seatan de 36 kes hatine kûştin û diyar kir ku ji destpêka şer ve 254 zarok hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan– Rêxistina Mafêne Mirovan HRANA’yê bi raporekê ragihand ku di nava 24 saetên borî de, ji ber şerê di navbera Îsraîl- DYE yê li dijî Îranê de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 36 kes hatine kuştin.
450 êrîş pêk hatin
Li gorî rêxistina HRANA’yê, di nava 24 saetên borî de li 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 425 êrîş pêk hatine.
Li gorî daneyan di van êrîşan de baregehên leşkerî, baregehên muhafizên şoreşê, navendên Besîc, balafirgeha leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û binesaziya Îranê bûne hedef.
36 welatî hatin kûştin
Li gorî heman raporê, di encama van êrîşan de 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 48 jî birîndar bûne.
Hate gotin ku herî zêde êrîş li ser parêzgeha Elburz, Xuzistan, Esfehan, Qezwîn û Qumê çêbûne.
254 zarok li Îranê hatin kûştin
Li gorî heman çavkaniyê, ji roja şer destpê kirî heya duh, hezar û 710 welatî hatine kûştin, di wan de jî 254 zarokên di bin temenê 18 saliyê de hene.