Hanan Fergal Harûn a Misrî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin
Tehemulkirina tundiya bi salan, zarokan naparêze; berevajî vê yekê zarokan sêwî dihêle. Zarokên Hanan Fergal Harun îro vê yekê dijîn. Hanan a Misrî, rastî her cure tundiyê hat û berî dawî bi awayekî hovanê hat qetilkirin.
ÎMAN SAMIR ALÎ
Misir- Hanan Fergal Harûn a 30 salî, bi bûyereke trajîk li gundekî navenda El-Qusiya yê girêdayî parêzgeha Asyûta Misrê jiyana xwe ji dest da. Piştî nakokiyên nava malê yên di navbera hevjînan de, ji bo xilaskirina kurê xwe ji bavê wî jiyana xwe ji dest da.
Temenê Hanan Fergal Harûn, nêzî sî salî bû, di bûyereke trajîk de li gundekî li El-Qusiya, parêzgeha Asyutê, jiyana xwe ji dest da. Piştî nakokiyên navmalî, wê jiyana xwe feda kir da ku kurê xwe ji bavê wî biparêze.
Hûrguliyên cînayetê di meha Kanûnê de dest pê kirin. Mêrê ku zarokê xwe girt gel xwe, zextê li Hanan Fergal Harun kir û ji bo vegerê gefa kuştina kurê xwe lê xwar û di encamê de ji ber ku xwest kurê xwe rizgar bike hat kuştin.
‘Xwişka min rastî zext û tundiyê dihat’
Xwişka wê da zanîn ku wê di tevahiya pêvajoya zewaca xwe ya 12 salan de bi salan êş kişandiye û got: “Hevjînê wê bi tund nêzî wê dibû, nikaribû debara malbata xwe bikira.
‘Xwişka min ji bo parastina zarokên xwe bêdeng ma’
Tehanî Fergal Harûn, diyar kir ku hevjînê xwişka wê ji bo demek dirêj malê terikandibû ew û herdu zarokên xwe bê xwarin mabûn û wiha axivî: “Min gelek caran ji xwişka xwe re got telaq bike û vegere ba malbata me. Lê xwişka min ji ber ku ji bo zarokên xwe ditirsiya û ji bo parastina zarokên xwe hevberdanê red kir.” Tehanî Fergal Harûn, da zanîn ku hûrguliyên bûyerê dema ku hevjînê xwişka wê ji Qahîreyê vegeriya serdana malbata hevjîna xwe kir, dest pê kirine. Tehanî Fergal Harûn got: “Xwişka min nexwest vegere malê ji ber ku hevjînê wê debara wan nedikir û madeyên hişbir bi kar dianî. Di navbera wan de nîqaş derket. Roja din bi darê zorê xwişka min bir malê û bi kêran êrîş kir. Piştî bûyerê wê rakirin nexweşxaneyê, der barê bûyerê de girtîname hat girtin û têkildarî birînan raporeke tibî hat amedekirin.”
Piştî hat kuştin bedana wê ji balkonê hat avêtin
Hanan Fergal Harûn, piştî ku ji nexweşxaneyê derket çû mala malbata xwe lê dayîka hevjînê wê zarok bêyî agahî revandin û hevjînê wê jê re got ger venegere malê ew ê zarokan bikuje. Piştî vê yekê Hanan Fergal Harûn neçar ma vegere malê. Lê belê mêr, li dijî Hanan Fergal Harûn xefik danî û êrîşê wê kir. Di encama êrîşê de Hanan Fergal Harûn ji 27 cihên cuda hat derbkirin û dûre wê ji balkonê avêt xwarê di encamê de Hanan Fergal Harûn jiyana xwe ji dest da.
Malbata wê rastî gefan tê
Tehanî Fergal Harûn, da zanîn ku xwişk û dayîka kujer amûrên cînayetê veşartine û bi paqijkirina şopên xwînê hewl dan bûyerê veşêrin û wiha axivî: “Lê belê di encama lêpirsînê de ev yek hat dîtin û hûrguliyên bûyerê eşkere bûn. Tehanî wiha domand: “Me xwest kujer cezayê giran bigre lê gefa mirinê li me xwarin. Ji ber ku me daxwaza mafên xwe yên qanûnî kir û daxwaza cezayê herî giran kir, ji aliyê malbata wî ve em rastî gefan tên.”
Her sal zêdetirî 300 jin tên qetilkirin
Di demên dawî de bûyerên qetilkirina jinan ji aliyê ferdên malbatê ve zêde dibin. Raporên mafên mirovan, destnîşan dikin ku di salên dawî de hejmara jinên ku ji aliyê hevjîn an jî ferdên malbatê ve tên qetilkirin du qat zêde bûye. Ev zêdebûn, nîşan dide ka pergala parastina jinan çiqas qels e. Li gorî daneyan, her sal zêdetirî 300 jin tên qetilkirin. Her çendî hûrgulî cuda bin jî ev cînayet bi gelemperî li ser bingeha sedemên hevpar ên mîna nakokiyên nava malê yan jî redkirina desthilatdariya serdest a mêran pêk tên.