Hamasê pêşniyara agirbestê ya Qeter û Misirê qebûl kir

Hamasê, ragihand ku pêşniyarên Misir û Qeterê yên têkildarî hevpeymana agirbestê ya li Xezayê qebûl kir.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daxuyaniya ku Hemasê li ser malpera xwe daye, lîderê siyasî yê Hamasê Îsmaîl Heniyye, ji Qeter û Misirê re ragihand ku ew pêşniyarên wan ên têkildarî agirbesta li Xezayê qebûl dike.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Îsmaîl Heniyye bi serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman El-Sanî û serokê Îstixbarata Misirê Ebas Kamîl re bi telefonê axiviye û Tevgera Hamasê pêşniyarên ku têkildarî hevpeymana agirbestê pêşkêşî wan kirine qebûl kiriye. Di daxuyaniyê de der barê naveroka pêşniyarê de tu agahî nehatin parvekirin.

Ji Îsraîlê bersivek neyînî

Îsraîlê jî ragihand ku pêşniyara agirbestê qebûl nakin û ev pêşnûmeyek ji aliyê Misrê ve hatiye "nermkirin” e.

Aliyê Xezayê yê deriyê sînor ê Refahê hat desteserkirin

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê de hate diyarkirin ku deriyê sînor ê Refahê yê aliyê Xezayê ku ji Misrê re vedibe xistiye bin kontrola xwe. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di aliyê Filistînê ya deriyê ku bi qasî 3,5 kîlometre dûrî Misrê ye, kontrola tam hatiye misogerkirin.

Televîzyona El-Aqsa ya bi nêzîkbûna xwe ya Hamasê tê zanîn, diyar kiribû ku artêşa Îsraîlê bi çekên giran êrîşê aliyê Filistînê yê deriyê sînorê Refahê kiriye.