Halîde Turkoglu: Em budçeya ku keda jinan paşguh dike red dikin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê di nîqaşa budçeyê ya Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî de axivî û daxwaza rakirina astengiyên li pêşiya mafên jinan ê ewlekirina kar û rêxistinbûnê kir.
Navenda Nûçeyan – Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Halîde Turkoglu di nîqaşên budçeyê yên Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî de axivî. Halîde Turkoglu bal kişand ser bêewlehî, karê ne fermî û diyar kir ku budçeya wezaretê bi polîtîkayên ku keda jinan nayê dîtin hatiye amadekirin.
Halîde Turkoglu kesên ku li Dîlovasiyê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî, axaftina xwe bi bîranîna Cansu Esetoglu, Nîsanur Taşdemîr, Tugba Taşdemîr, Esma Gikan, Şengul Yilmaz, Hanim Gulek û Tuncay Yildiz ên di 8'ê Mijdara 2025'an de di şewata cihê kar ê Ravive Kozmetik a li Dîlovasiyê de jiyana xwe ji dest dan, dest pê kir û berpirsiyariya wezaretê ya çavdêrîkirina mirina mirovan li cihê kar bi bîr xist. Halîde Turkoglu diyar kir ku budçe nebûna tedbîrên pêşîlêgirtinê, vekolînên nebaş û jiyana bêveger nîşan dide û got: "Em li ser budçeya polîtîkayên ku keda jinan nayê dîtin, newekheviyên di jiyana xebatê ya jinan de kûrtir dikin, li cihê çareseriyê jinan mehkûmî karên bê ewle, mûçeyên kêm û jiyana bê ewle dikin nîqaş dikin."
'We ji bo jinên karkerên malê çi kiriye?'
Halîde Turkoglu diyar kir ku yek ji astengiyên li pêşiya serxwebûna aborî ya jinan nebûna afirandina derfetên kar ên kalîfiye û daîmî ye û pirsî ku wezaretê ji bilî bernameyên karsaziyê û jêhatîbûnê yên demkurt çi gav avêtine. Halîde Turkoglu destnîşan kir ku jinên karkerên malê di şert û mercên nebaş de di warên wekî paqijî, lênêrîna zarokan û lênêrîna extiyaran de tên xebitandin û destnîşan kir ku ev jin di malên li wan dixebitin de bi tacîz, îstîsmar û tundiyê re rû bi rû dimînin.
Halîde Turkoglu pirsa; "Birêz wezîr, we ji bo jinên ku jiyana wan di her kêliyê de ji ber nebûna tenduristî û ewlehiya kar di xeterê de ye çi kiriye?" Halîde Turkoglu diyar kir ku jinên neçar in bi awayekî ne fermî bixebitin careke din di budçeyê de tên paşguhkirin û got ku rêziknameyên ji bo garantîkirina mafên karkerên malê û mekanîzmayên îtîrazê li dijî binpêkirinên mafan nehatine danîn.
'Ji deh jinên karker tenê yek sendîkayî ye'
Halîde Turkoglu destnîşan kir ku rêjeya sendîkayîbûnê di vê bazarê de daketiye ji %7.41 û tenê %5.91'ê jinan sendîkayî ne. Halîde Turkoglu her wiha destnîşan kir ku her çendî hejmara karkeran di bazara ragihandinê de zêde bûye jî rêjeya sendîkayîbûnê ya jinan ji %5.54 maye. Halîde Turkoglu wiha domand: "Birêz wezîr, tenê ji deh jinên karker yek sendîkayî ye. Em bi tevahî budceya we qebûl nakin ku vê pergala kar a keda jinan îstîsmar dike lê ji hêza wan a rêxistinkirî ditirse, xwedî dike."
Halîde Turkoglu diyar kir ku karkerên Digel Tekstîlê, bi pêşengiya jinan, 656 roj in di grevê de ne û bi bîr xist ku karker daxwaza tesîsên lênêrîna zarokan, mafên sendîkayî, vegera ser karên xwe û mûçeyên baş dikin.
'Çi polîtîkayên kar hatine pêşxistin?'
Halîde Turkoglu, destnîşan kir ku kêmbûna salane ya hejmara karmendên sîgortekirî li Meletî ji sedî 17.2, li Semsûrê ji sedî 5.5 û li Hatayê ji sedî 11.4 e, û bal kişand ser windakirina kar li herêma erdhejê û wiha bi lêv kir: "Karkerên titûnê yên jin ku wê li Semsûrê nas kiriye, di nav lêçûnên sotemenî, av û elektrîkê yên zêde de ji bo debara xwe têdikoşin. Jin ji ber ku çavkaniyên din ên dahatê nîn in, hilberîna titûnê didomînin. Di budceya we de gihîştina ewlehiya civakî, mafên teqawidbûnê û karê ewle ji bo jinên ku di çandiniyê de dixebitin li ku derê ye? We ji bo jinên ku ji ber erdhejê debara xwe ji dest dane çi polîtîkayên kar bi pêş xistine?"
Mafê koçberan
Halîde Turkoglu, anî ziman ku jinên koçber ji ber tehdîda sirgûnê nikarin dengê xwe li dijî binpêkirinên mafan bilind bikin û destnîşan kir ku jin rastî şert û mercên kêm mûçe, saetên dirêj ên xebatê, şîdet û îstîsmareke giran tên. Halîde Turkoglu, anî ziman ku erka wezaretê ye jinên koçber bigihîjîne mafê kar, nehêle bê qeyd bixebitin divê çavdêriyên pêwîst bên kirin û got: "Divê di vê butçeyê de mafên ked û jiyana wan jî hebe."
Di yasaya kedê de karên navmalî
Halîde Turkoglu, xwest ku karên navmalî di Yasaya Kedê de cih bigrin, diyar kir ku divê lêçûnên sîgorta û sîgortaya tenduristiyê ya karkerên navmalî ji budceya giştî werin dayîn, keda navmalî ya bêpere were naskirin û bi ewlehiya civakî ve were girêdan û divê astengiyên li pêşiya sendîkayê werin rakirin.
Bernameyên ÎŞKUR'ê
Halîde Turkoglu, bi daxwaza şopandina bernameyên ÎŞKUR’ê û karên bêqeydkirî, xwest dawî li karên demkî yên bernameya demkî û karmendgirtina bi meaş û peymanî di bazara giştî de were anîn ku li şûna karên daîmî û bêdawî tên bicihkirin. Her wiha xwest şert û mercên taybet ên jinan di polîtîkayên tenduristî û ewlehiya kar de li ber çavan werin girtin û bêcezatiya di dozên mirinê yên li cihê kar de were bidawîkirin.
Halîde Turkoglu wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber ku ev tiştên ku min rêz kirine di butçeya wezareta we de cih nagirin, em li ser navê jin, karker û kedkaran vê butçeyê red dikin.