Hala Nuris Îbrahîm a hatibû revandin hate berdan

Hala Nûrîs Îbrahîm a Elewî ji aliyê Heyet Tehrîr el-Şam a cîhadîst ve hatibû revandin. Hala Nûrîs 21 roj piştî revandina wê bi nîşanên îşkenceya giran vegeriya û wê birin nexweşxaneyê.

Navenda Nûçeyan – Hala Nûrîs Îbrahîm jineke Elewî ye ku li Sûriyeyê dijî. Ew di 17’ê Gulanê de ligel kurê xwe yê biçûk ji aliyê çeteyên cîhadîst ên Heyet Tehrîr el-Şam ve li nêzîkî Pira Hmeymim a li Lazkiyeya Sûriyeyê hate revandin. Hala Nûrîs Îbrahîm 21 roj piştî revandina wê, bi şopên kûr ên îşkenceyê li ser laşê wê, karîbû vegere cem malbata xwe.

Hala Nuris Îbrahîm, ji bajarê Mesyafê, li Lazqiyê bi hevjînê xwe re dijiya. Dema ku diya wê felc derbas kir û ew rakirin nexweşxaneyê, wê xwest serdana wê bike. Wê demê, li Sûriyeyê behsa komkujiyên li dijî Elewiyan dihat kirin. Her çend ew ditirsiya jî, ew bi kurê xwe yê 11 mehî re çû ku diya xwe bibîne. Ew gihîşt malbata xwe û di dema mayîna wê ya li wir de her tişt baş çû. Lêbelê, sibeha 17’ê Gulanê, di rêya vegerê de têkiliya wê bi wî re qut bû.

Her çend malbata wê serî li rayedaran daye jî, di derbarê çarenûsa Hala Nûrîs Îbrahîm de ti agahî nehatiye wergirtin. Hala Nûrîs Îbrahîm duh bi malbata xwe re hat cem hev. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku Hala Nûrîs Îbrahîm birine nexweşxaneyê û nîşanên îşkenceya giran li ser laşê wê hatine dîtin. Hin wêneyên revandin û dîlgirtina wê jî derketine holê; Hala di rewşek pir xirab de dihat dîtin.

Her wiha hat ragihandin ku hevjînê Hala Nuris Îbrahîm sê meh in di girtîgehê de ye.