Gundiyan bertek nîşan dan û gotin: Şewat ne ji pirêzeyan ji ber xemsariyê derket

Di şewata ku di navbera Şemrexa Mêrdînê û navçeya Çinarê ya Amedê de derket de 6 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Gundiyên birîndar bertek nîşan dan û diyar kirin ku şewat ne ji ber ‘pirêzeyan’ ji têlên elektrîkê yên perpûtbûyî derketiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Di şewata duh êvarê ku ji ber qutbûna têlên elektrîkê li navçeyên Amedê Çinar û Şemraxa  Mêrdînê derket û gundên Gelekê, Reşan, Mezraya Der, Dirine belav bû gelek zirar çêbûn. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin di agirê ku ji ber bandora bayê xurt, li dehan gundan belav bûye de, 6  kesan jiyana xwe ji dest dane, yek ji wan jin e. Li gorî daxuyaniya Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Civakî (SES) di saetên sibehê de tesbît bûye ku 57 kes birîndar bûne. Li gundên ku 4 saetên ewil mudaxele nehat kirin, xisareke mezin a madî çêbû, gotinên şaş ên Walîtiya Amedê wek ‘Şewitandina pirêzeyan’ ji aliyê gel ve hatin derewandin.

Welatiyên ku li ser mijarê bûn şahidên bûyerê, ewil ji ajansa me re axivîn, diyar kirin ku destwerdan pir dereng hatiye kirin û tîmên agirkujiyê tevî bangan jî nehatine.

Piştî ku bûyer bi dawî bûn kesên jiyana xwe ji dest dan, birin morga nexweşxaneyên Amedê, welatiyên birîndar jî şandin nexweşxaneyên dewletê yên navçeyê. Hat hînbûn ku piraniya welatiyên birîndar dema hewl didan mudaxeleyê teqîna ji ber cereyanê çêbû bikin birîndar bûne. Halîl Demîr ê ku li gundê (Gelekê yê Şemrexê dijî, diyar kir ku ji ber şewata ji nişka ve derket, pêşî lawir û paşê jî malên wan şewitîne.

‘Wan dereng mudaxele kirin’

Halîl Demîr, diyar kir ku her çend ji wan xwestine mudaxele bikin jî ji ber germahiya agir nikaribûne û got: “Her tişt di carekê de qewimî. Em ketin xema jiyana xwe. Ger em ji gund derneketibana, em ê hemû bişewitiyana. Niha her kes li cihek, li nexweşxaneyek e. Ji gundê me zêdeyî 30 birîndar hene. Ez jî li nexweşxaneyê me li birîndaran digerim. Saet derbas bûn lê destwerdan nû çêbû. Tîmên agirkujiyê nû ketine gundê me. Ger zû bihatana, ewqas mirovan jiyana xwe ji dest nedidan. Divê ew zûtir hatibûna. Cih nema ku em lê negeriyan lê kes nehat.”

‘Gundê me hê jî dişewite’

Melek Kavakli ji gundê Medyan ê Çinarê ye yek ji birîndaran e tevî biraziyên xwe. Melek Kavakli diyar kir ku dema ekîbên ambulansê hatine ew ji mirinê xilas bûne û wiha got: “Ger di demê de mudaxele bihata kirin wiha nedibû. Nekirin, dereng man, em li gund di dojehê re derbas bûn. Em niha li nexweşxaneyê ne lê bi şans in ji ber ku em xilas bûn. Bi dehan birîndarên weke me hene. Gundê me hê jî dişewite, malên me wêran bûne. Her kes mexdûr bû.”

‘Walî derewan dike, sûcdar DEDAŞ e’

Li gel daxuyaniya walîtiyê, keyeyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku şewat ji ber têlên elektrîkê yên bi salan li benda nûbûnê ne derketiye. Gundiyan diyar kirin ku walîtiyê gel sûcdar kiriye lê sûcê eslî DEDAŞ e û gotin, “Mesele ne pirêzeyan e, me gelek caran daxwazname da lê wan tiştek nekir. Li vir sûcdarên eslî ewin, têl hatin cem hev û dû re şewat derket ez rasterast şahidê bûyerê me. Bila tu kes gel sûcdar neke.

‘Îhmalên mezin hene’

Herî dawî parlamentera DEM’ê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz diyar kir ku bûyera hovane di encama xemsariyeke mezin de rû daye. Salîha Aydenîz got: “Ji danê êvarê ve em bi şêniyên herêmê re ne. Tişta ku mirov bibêje ew e ku ji ber xemsariyê çêbûye. Destwerdana şewatê nehat kirin. Gelek ziyanên canî û madî hene. Ev rewş nayê qebûlkirin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Ev rewş bi hêsanî nayê ravekirin.”