Gundên Rojhilat di bin siya krîza enerjiyê de dijîn
Tevî sazkirina binesaziya gazê, bi sedan gundên li Urmiyê û derdora wê hîn jî neçar in ku ji bo germkirinê xwe bispêrin mazotê. Herî zêde jin ji vê rewşê bandor dibin.
SAYE MOHABI
Mehabad – Ji ber ku krîza enerjiyê di salên dawî de Îranê girtiye, bêparbûn û nebûna gihîştina xizmetên enerjiyê jiyana xelkê li gelek gundan hîn dijwartir dike. Hejmareke girîng ji gundan ji bo dabînkirina pêdiviyên xwe yên germkirin û sotemeniyê, bi taybetî di mehên zivistanê de, xwe dispêrin rêbazên kevnar.
Li hin gundên Rojhilat, tankerên mazotê li ber her malekê hatine bicihkirin, ev jî nîşanek eşkere ye ku sermaya zivistanê ji bo gundiyan ji herêmên din dijwartir e. Li gorî amarên fermî, ji sedî 20’ê zêdetir ji 2 hezar û 800 gund û wargehên Urmiyê hîn jî bê gaza xwezayî ne.
Ji bo her kesî bê gaz, elektrîk û avê mayîn zehmet e, lê jin herî zêde ji vê rewşê bandor dibin. Ew pir caran berpirsiyarê çêkirina xwarinê, lênêrîna zarok û extiyaran, germkirina malên xwe û dabînkirina pêdiviyên rojane ne. Ji ber vê yekê, her faktorek sînordar di gihîştina enerjiyê de rasterast barê li ser dem û çavkaniyên wan ên fizîkî zêde dike.
Zarokên wan mecbûr bûn koç bikin
Fatima M. yek ji wan jinan e ku ji van derfetan sûd wernegirtiye. Fatima M. li gundê Kuranê dijî ku di navbera Serdeşt û Mehabadê de ye û par belavkirina gazê lê hatibû bicîhkirin, lê hîn jî ji ber nebûna binesaziyê jiyana xwe ya kevn dijî. Fatima M. dibêje, "Wan xeta gazê li Kuranê saz kir, lê ji bo aktîfkirina wê ti gav nehatine avêtin. Ew salê çend caran rêjeya mazotê radigihînin û em bi karta gund para xwe distînin. Jiyana li bajêr ji ya li vî gundî pir hêsantir e. Ji ber vê yekê zarokên me koçî bajêr kirin û hin ji wan tenê di demsala çandiniyê de vedigerin. Koçberiya wan jiyana me hîn dijwartir kiriye; heke me derfet hebûya, hin ji wan dê li vir bimana."
‘Bêhna mazotê li tevahiya jiyana me belav dibe’
Kejal H., ji heman gundî, heman hestên Fatimayê dipejirîne: "Divê em her roj bala xwe bidin mazotê. Ji ber ku xeternak e, tirsnak e. Her çend em hînî wê bûne jî, bêhna mazotê li tevahiya jiyana me belav dibe. Her malek depoyek mazotê heye. Em xwarinên xwe li ser gazê çêdikin û carinan nan di tenûrên kevin de dipêjin. Mêr tenê mazotê tînin; yên mayî jî yên me ne. Li ser vê yekê kêmbûna avê ya îsal zêde bikin û jiyan hîn dijwartir bûye."
Dema ku Komara Îslamî ya Îranê di sala 1979’an de hat ser desthilatê, soz da ku av, elektrîk û xizmetên xizmetguzariyê yên belaş ji bo gel peyda bike. Her çend projeya gaza bajaran beriya şoreşê dest pê kir jî, ew pir dereng gihîşt deverên dûr ên ji navendên mezin. Di encamê de, gelek gundên Rojhilat ji hêla gihîştina enerjiyê ve bê xizmet mane.