Gundên Girê Spî û Kobanê hatin topbarankirin
Hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî gundewarê Girê Spî û Kobanê topbaran kirin.

Navenda Nûçeyan- Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.
Ligor nûçeya ANHA’yê di saetên derengiya şevê de gundên Şerka-Fewar û Şemsîn ên Girê Spî hatin topbaran kirin. Gundê Koperlik ê rojhilatê bajarê Kobanê û derdora Pira Qereqozaqê bi dijwarî topbaran kirin.