Gulistan Kiliç Koçyîgît: Di cînayeta Tahîr Elçî de kujer nas dikin û dizanin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyarkir ku di doza cînayeta Tahir Elçî de dozger parêzertiya polîsan kir û got: “Daraz kujeran nas dike û hewl dide biparêze.”

Navenda Nûçeyan- Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî geşedanên di rojevê de li Meclisê daxuyanî da.

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser pêşnûmeya “Modêla Maarîf a Sedsala Tirkiyeyê” ku Wezareta Perwerdeya Neteweyî di hemû astên hîndekariyê de ferz kiriye û wiha got: “Dixwazin rejîma yekperest a heyî hêj bêhtir yekperest bikin.”

‘Nifşê oldar û kîndar dixwazin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku AKP pergala perwerdeyê li ser du lingan dimeşîne û di axaftina xwe de ev ling kîjanin bi van gotinan tarif kir:

“Ya yekemîn; gihandina nifşekî oldar û kîndar e. Hewl didin kesayetên li gorî bîrdoziya xwe ava bikin. Ya din jî dibistan veguherandine febrîqeyan û li gorî pêşwazîkirina pêdiviya kapîtalîzmê birêve dibin. Xwendekar êdî ne xwendekar, karkerên zarok in.”

‘Cihêkarî û cûdakarî’

Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku divê pirsgirêkên di qada perwerdeyê de bên çareserkirin û got: “Ji bo vê jî divê pêvajoyeke ku akademîsyen, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbat û hwd. jî di nav de were destpêkirin. Nexwe dê pergala yekperest û cihêkar a heyî hêj bêhtir kûr bibe.”

‘Gav şûnde biavêjin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît îşaret bi giringiya zimanê dayîkê kir û wiha got: “Ji bo modêlekî perwerdeyê ya di çarçoveya perspektîfa Rêya Sêyemîn û avakirina komara demokratîk de were avakirin dê hewldanên me bidomin. Em careke din bang dikin ku ji vê muefredata xwe vegerin.”

‘Dozger parêzertiya polîsan kir’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser mutalaaya dozger a di Doza Tahir Elçî de ku ji bo 3 bersûcan daxwaza beraetê kir û wiha got: “Em bi darazeke ku ji bo cînayeta Elçî dibêje ‘em nikarin tespît bikin bê ka kê gule berdaye’ re rû bi rû ne. Dozger, di vê dozê de parêzertiya polîsan kir. Heke di dosyayê de lêkolîna cihê bûyerê 5 piştî bûyerê hatibe kirin, bêguman dê delîl dernekevin holê. Heke keşf neyê kirin bêguman dê gule neyê dîtin. Heke hûn polîsan ne weke gumanbar lê bi sîfetê şahid guhdar bikin bêguman dê heqîqet dernekeve holê. Ya herî girîng jî 12 saniyeyên kêliya cînayetê ya kameraya emniyetê hatin windakirin. Ev yek jî delîla herî şênber a ji bo veşartina cînayetê ye. Daraz dizane kujer kî ye û hewl dide biparêze. Parêzer dizanin kujer kî ye, şaxa îstîxbaratê dizane, îktîdar dizane, serokwezîrê demê Davutoglû ku digot ‘Heke em ji îktîdarê bikevin dê serdema torosên spî were’ baş dizane. Temamiya kesên hewl didin vê tarîtiyê veşêrin tevek jî dizanin. Lê em jî kujeran dizanin û nas dikin. Ji bo ev dosya wiha neyê girtin û kujerên Tahir Elçî hesabê bidin ya ku ji dest me tê em ê bikin.”

Pirsgirêka Kurd  û destura bingehîn a nû

 Gulistan Kiliç Koçyîgît têkildarî nîqaşên li ser destûra bingehîn a nû û ev tişt got: “Em destûra bingehîn a demokratîk diparêzin. Boyaxkirina destûra bingehîn a darbeyê dê pirsgirêkên heyî çareser neke. Welatekê ku pirsgirêka Kurd çareser nekirî nikare destûreke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz çêbike. Divê destûra bingehîn ji ruhê darbeyê were veşûştin. Em li gel nîqaşên nû yên destûra bingehîn in lê em ê nebin parçeyeke ku ji hewldana ji bo xelaskirina îktîdarê. Em derveyî van nîqaşan e.”

‘1’ê Gulanê emê li qadan bin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît, her wiha qala 1’ê Gulanê Cejna Karkeran kir û axaftina xwe wiha qedand: “Qada Taksîmê ne tenê qadeke, di heman demê de sembola têkoşîna ked û azadiyê ye. Armanca esasî ya biryarê xespkirina mafên demokratîk e. Dixwazin hafizeya çîna karker tune bikin. Biryara qedexeyê biryarekî siyasî ye. Em ê serî li ber vê qedexeyê netewînin. Qada Taksîmê nayê qedexekirin, Qada Taksîmê ya me ye, Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye, qada edaletê û azadiyê ye. Dê ne dîrok ne jî çîna karker kesên Qada Taksîmê qedexe dikin efû nekin. Wê rojê em ê mil bi mil bi hev re bimeşin Qada Taksîmê.”