Gulîstan Ferhan: Jinan di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de rolekî girîng lîstin
Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîstan Ferhan diyar kir ku jinan li Rojavayê Kurdistanê gelek serkeftin bidest xistine û tekez kir ku rola jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, sereke ye.
NEXEM ÇAÇAN
Hesekê – Bi pêşketinên di nava xebatên ewlehiyê de, rola jinan di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de di parastina ewlehî û aramiyê de wekî kevirê bingehîn derket holê. Jinan jiyana xwe ya hilgirtina berpirsyariyên ewlehiyê û qadê li kêleka mêran îspat kirin û bi bandor beşdarî parastina civakê û çareserkirina curbecur pirsgirêkên ewlehiyê bûne. Hebûna wan di vê qadê de, gaveke girîng ber bi zêdekirina beşdariya civakê û bidestxistina pergaleke ewlehiyê ya berfirehtir û bibandortir temsîl dike.
Yek ji endamên Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Gulîstan Ferhan têkildarî rola jinan a di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de, ji ajansa me re axivî. Gulîstan Ferhan diyar kir ku civak bi hebûna jinan tên avakirin û jin li ba mêran dikarin welat û civakê biparêzin, aramiyê belav bikin. Gulîstan Ferhan li ser rola jinan a di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de rawestiya, got ku ev rolek sereke û bingehîn e. Gulîstan ragihand ku despêkê gava ku jin tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûne, hinekî zehmetî hebûne û wiha domand: “Her wiha lawazî jî hebû. Lê belê bi demê û bi perwerdeyên berdewam re, jin îro roleke girîng di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dilîzin. Ji ber vê yekî têkiliyên jinan bi civakê re xurt bûn û jin bûn pêşeng ji civakê re.”
‘Ne jin be civak nayê avakirin’
Gulîstan Ferhan bal kişand li ser girîngiya jinan a di beşdarbûna aramî û ewlehiya civakê de û got ku ev tiştekî sereke ye. Sedema vê nêrîna xwe jî bi van gotinan anî ziman: “Dema ku pirsgirêkek jinan hebe, helbet wê jinek di civakê de pê re bibe alîkar û çareseriyekî ji pirsgirêka wê re peyda bike. Wê jin karibe mafê zayenda xwe ya ku niheqî lê hatiye kirin, biparêze. Ne jin be, civak nayê avakirin. Hindek civak wê nêrîna beşdariya jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de qebûl nakin. Her wiha ku jin karê leşkerî bike, çek û rext rake ser milê xwe, naxwazin. Jin li kêleka mêran di Hêzên Ewlekariya Hundirîn de ewê bi yek destî kar bikin û civakê biparêzin.”
‘Em dest ji rola xwe ya pêşeng bernadin’
Gulîstan Ferhan da zanîn ku entegrasyonek demokratîk tê pêkanîn lewra pêwîst e jin xwe birêxistin bike, hebûna xwe nîşan bide û mafê xwe bidest bixe. Gulistan bi vê awayî gotinên xwe domand: “Divê jin êdî nema tundiyê qebûl bike. Ji ber ku îro jin di Rojavayê Kurdistanê de bûne xwedî biryar û hebûn. Entegrasyonek demokratîk tê pêkanîn, em li hemberî hikûmeta ku bi hemû awayan jinan qebûl nake di nava têkoşînek de ne. Lê wekî jin di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de û di hemû deveran de, dest ji rola xwe ya sereke bernadin. Piştî ku em entgreyî hikûmetê dibin, ji bo ku em maf û hebûna jinan di hemû waran de mîsoger bikin, divê em zêdetir xwe xurt û bi hêz bikin û têkoşîna xwe hîn bi zanist bikin.”
‘Şoreşa Rojava derfetek mezin ji jinên civakê re vekir’
Gulîstan Ferhan destnîşan kir ku jin bûne pêşengên şoreşa Rojava, her wiha şoreşê derfet ji jinan re ava kiriye ku di her warî de xwe nîşan bidin, jin bibin xwedî biryar. Gulîstan di dawiya nirxandinên xwe de bal kişand ser van xalan: “Em wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn, divê heta dawî piştgiriya hemû jinan bikin û destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin. Jinan di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de 15 salan û tevî zext, êrîş, binpêkirinên domdar û nêrînên kevneşop yên civakê, gelek serkeftin bidest xistine. Jinan di warê leşkerî de, di sîstema hevserokatiyê û di her warî de xwe nîşan dan û şopa xwe li dîroka Sûriyeyê xistin.”