Gulê Cafer: Peyama Rêber Apo kelecaneke mezin çêkir
Kelecana ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî didome. Jina Êzidî Gulê Cafer got: ''Ji ber peyama Rêber Apo em bi kelecan in û di her şert û mercî de em ê berxwedan û têkoşîna xwe berdewam bikin.''

NUCAN ARAS
Hesekê – Piştî daxuyaniya 27' ê Sibatê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo 'Aştî û Civaka Demokratîk' hat dayîn, di Roja Jinên Cîhanê de peyama ji civaka Êzidî re şandibû hat xwendin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di peyama xwe de bal kişand ser girîngiya rêxistinbûnê.
Jina Êzidî Gulê Cafer ya ji bajarê Efrîna dagirkirî ku tevlî 1’emîn Konferansa Jinên Kurdên Rojava ya li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin bû, li ser girîngiya peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinên Êzidî axivî.
‘Pêwîst e hemû jin bi hev re têbikoşin’
Gulê Cafer diyar kir ku piştî dagirkirina Efrînê koçî Şehbayê bûne, piştî 6 salan ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wan, neçar mane dîsa koçber bibin û wiha berdewam kir: ''Rêveberiya nû her çiqas ji bo vegera Efrînê biaxive jî em êrîşên li ser bendava Tişrînê dibînin. Ji bo rêveberiya demkî ya Sûriyeyê her wiha ji dewleta Tirk re bersiva me ev e; Li Rojava şoreş çawa ku bi pêşengiya jinan bi pêş ket, em ê dîsa bi pêşengiya jinan hemû maf û destkeftiyên xwe bixin bin temînatê.”
‘Em azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin’
Gulê Cafer bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo jinên Êzidî û wiha got: “Peyama Abdullah Ocalan di civaka Êzidî de kelecaneke mezin çêkir. Rêber Apo ji bo gelê Êzidî dibêje; Komkujiyên li ser civaka Êzidî komkujiyên li ser dîroka Kurdan in. Nêrînên Rêber Apo ji bo gelê Êzidî gelek girîng in û riya çareseriyê nîşan didin. Ji bo têkoşînê her wiha rêxistinbûna gel û jinên Êzidî, di qadên siyasî, aborî, dîplomasî û civakî de me bi saya ked û alîkariya Rêber Apo destkeftiyên xwe xistine bin temînatê. Di civaka Êzidî de û bi jinên Êzidî re gelek guhertin çêbûn. Ev guhertin hemû bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hatine. Em jin û gelê Êzidî azadî û pêşeroja xwe di fikir û felsefeya Rêber Apo de dibînin.”
‘Berxwedan û têkoşîna me wê berdewam bike’
Gulê Cafer ji bo peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got ku ji bo jinên Êzidî tê wateya destpêkeke nû û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Li ser qada Rêveberiya Xweser a Şengalê êrîşên dewleta Tirk û hikûmeta Iraqê didomin. Wateyek tenê ya van êrîşan heye, ew jî qebûlkirin û pejirandina gel û jinên Êzidî ya ji bo paradîgmaya Rêber Apo ye, ev êrîş pêk tên. Gelê Êzidî hêza xwe ya cewherî di her qadê de berdewam dike. Çi dibe bila bibe weke jin û gelê Êzidî em ê di her şert û mercê de têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û hemû mirovahiyê ye."