Gulan Fehîm: Krîzên Îranê ji ber hebûna pergala mezhebgerî ye
Endama encumena PJAK’ê Gulan Fehîm, diyar kir ku Îran bi krîzeke kûr re rûbirû ye û pergala desthilatdariyê ji ber ferzkirinên xwe dirize û got: “Çareseriya ji bo parastina welat ne destwerdana hêzên serdest, dayîna mafên rewa ye.”
HÊVÎ SELAH
Silêmanî – Ev demek dirêj e Rojhilatê Kurdistanê û tevahî Îranê di krîzeke dijwar a aborî û siyasî de ne. Pergala niha ya Îranê, ji ber îdeolojiya mezhebgerî ya tund û serdestiya yeknetew li ser neteweyên din, Kurd, Azerî, Belûc û Ereb ferz dike. Pirsgirêkên hişk û dogmatîk afirand. Ev şêweyê desthilatdariyê bûye sedem ku pergal li ser bingeha tepisandina jinan xwe birêxistin bike, ev jî sedema sereke ye ku jin pêşengên xwepêşandanan bin û ciwan beşa sereke ya guherîna tevger û nerazîbûnan bin. Her wiha piştî serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ şerê Îran û Rojhilatê Kurdistanê, nerazîbûnên berfireh li dijî pergala aborî û civakî ya komara Îslamê didomin.
Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) wekî hêzeke siyasî û leşkerî li Rojhilatê Kurdistanê, her dem daxwaza pergaleke “Konfederalîzma demokratîk" kiriye ku tê de neteweyên cuda yên weke Kurd, Azerî, Belûc û Ereb beşdarî biryardayîna siyasî û rêveberiya welat a dûrî mezhebgeriyê bibin.
‘Rejîma Îranê pergala xwe li ser bingeha tepisandina jinan ji nû ve ava dike’
Endama encumena Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Gulan Fehîm ji ajansa me re axivî û got: “Ev demek dirêj e gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di krîzeke kûr a aboriyê de ye û her çendî em dizanin ku pergala rejîma Îranê ji bo gelê Kurd û gelên din pergaleke desthilatdariya zordest e. Îdeolojiya mezhebgerî bi cih dike û bi taybetî mezhebê Şîa dide pêş û bi vê serweriyê li tevahî Îranê dikin. Di heman demê de pergeleke ku xwe li ser bingeha tepisandina jinan bi rêxistin dike ye. Li tevahî Îranê gelek netew, bawerî û olên cuda hene. Sîstemeke wiha îrade, çand û şaristaniya yek neteweyî, dike neteweya herî bilind a Îranê. Em behsa rewşa jinan, netewe û baweriyên cuda dikin ku li ser erdnîgariya Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijîn. Ji ber vê pergalê gelek krîz derketin, ew krîzên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hene û xelk tê de dijîn ne krîzên demkurt in. Ev pergala ku bi xwe sedema krîzên siyasî û aborî ye û bûye sedem rewşa jin, ciwan û zarokan roj bi roj xirabtir bibe. Ev pergal pergaleke hişk û dogmatîk e girîngî nade bîr, bawerî û nêrînên ciwanan. Îradeya jinan û neteweyê nas nagire. Êdî civak nikare vê desthilatdarî û siyasetê qebûl bike û di van çend salên dawî de gelek xwepêşandan bi pêşengiya jin û ciwanan hatin lidarxistin. Ciwanan li zanîngehan xwepêşandan li dar xistin û nerazîbûna xwe nîşan dan. Hemû neteweyên cuda bi hev re derketin qadan û li dijî pergal û rejîma Îranê nerazîbûn nîşan dan. Li hemû qadên cuda xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hene û dikarin bibêjin ev krîze wisa li pergalê kiriye ku ber bi rizîbûnê ve biçe û wisa lê hatiye civak nikare di nava vê pergalê de bijî.”
‘Divê pergala rejîma Îranê bê guhertin’
Gulan Fehîm da zanîn ku pêwistiya vê pergalê bi guhertinên bingehîn heye û dema guherîn çênebe, hikûmeta Îranê bersiva xwepêşanderan nede, hêzên derve dê destwerdanê li siyaset û karûbarên Îranê bikin û hewl bidin di çarçoveya berjewendî û hegemonyaya xwe de dest daynin ser Îranê û got: “Li gel me girîng e guherîn bi îrade û daxwazên civakê werin kirin, ne li gorî daxwazên welatên serdest. Em dixwazin bi daxwaza civakê guherîn çêbibe. Gelo pêwistiya civakê bi çi heye? Bi siyasetek demokratîk, jiyana bi aram û di heman demê de krîza aborî û civakî dikare çareser bibe. Daxwazên civakê rewa ne ger rejîma Îranê guh bide civakê wê rewş ber bi başbûnê ve biçe û sekna li hemberî hêzên serdest pêkan bibe. Bi destwerdana di nava kar û barên navxweyî yên Îranê de, civak wê ji pirsgirêk û krîzan derbas bibe û hemû netew bi awayek demokratîk bi hev re bijîn.”
‘Em naxwazin pergal bi destwerdan û şer biguherin’
Gulan Fehîm di dewama axaftina xwe de wiha got: “Her êrîş û destwerdanek li Rojhilata Navîn bi giştî û li van herêman bi taybetî encamên baş bi xwe re neaniye û rewş xirabtir kiriye. Mînak, li Sûriye, Lubnan, Iraq û welatên din, tê dîtin ku tu encamek baş ya êrîşan nebû û nikare bibe sedemê çareserkirina pirsgirêkan. Ji ber wê em naxwazin heman ezmûn li Îranê dubare bibe. Raste em, civak, jin û ciwan ji vê pergalê nerazî ne û em dixwazin were guhertin lê em naxwazin bi şer û destwerdana welatên serdest were guherîn. Em dizanin ku bi awayê şer pirsgirêk û krîz çareser nabin, kûr dibin. Ji ber wê pirsgirêk û krîzên li herêmê çareser bibin baştir e. Li ser asta daxwaza civakê û çareserî bibe dikare îradeyek demokratîk çêbibe û di encamê de şer çênebe. Em dizanin ku şer dibe sedem ku bi hezaran mirov û welatî werin kuştin û bi hezaran kes penaber bibin lê belê di dema rûnedana şer de dikare rê li van hemûyan were girtin. Em ne alîgirên şer in lê belê ger Îran daxwazên gel bi cih neyne, çawa ku xwepêşandan li herêmên cuda belav bûn, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, weke Kirmaşan, Îlam û Loristanê, li cihê ku rejîm bersiva xwepêşandanan bide, hewl da xwepêşandanan bitepisîne û bi hezaran kes hatin kuştin. Heta niha jî daneyên rast nehatine belavkirin û li gorî daneyên ku hatine belavkirin 32 hezar welatî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine kuştin. Lê belê dibe ku ev rêje gelek zêdetir be. Bi hezaran kes di girtîgehan de ne û bi hezaran kes bi rewşên pir dijwar re rûbirû ne. Hejmareke zêde welatî hatine darvekirin û ev siyaset heta niha didome. Bi navê parastina desthilatdariya pergaleke leşkerî ya hişk li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi cih kirin. Hewl didin daxwazên gel werin astengkirin û ji ber encama kiryarên rejîmê, welatên bihêz êrîşî Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin. Di dawiyê de me dît ku çawa Îsraîlê êrîşî Îranê kir, xuyaye dê bidome û gel bi rewşeke giran re rûbirû ye.”
‘Her rewşa ku diqewime gelê Rojhilatê Kurdistanê xwedî lê derdikeve’
Gulan Fehîm têkildarî Yekîtiya Kurd û yekîtiya aliyên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê wiha got: “Di nav gelê Rojhilatê Kurdistanê de hesta neteweyî her dem di asta jor de bûye û her dem têkoşîna neteweyî girîng bû. Xizmeta ji bo berjewendiyên neteweyî her dem li pêşiya karan bû. Ji ber wê di navbera partiyan de zêde cudahî nîn in. Her rewşa ku diqewime gelê Rojhilatê Kurdistanê xwedî lê derdikeve. Ne tenê li Rojhilat, li Rojavayê Kurdistanê yan jî li Bakurê Kurdistanê yan li başûr her dema ku mijareke neteweyî rû bide, Rojhilat xwedî lê derdikeve. Bi taybetî gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê her dem li dijî wê yekê bûye ku partiyên li Rojhilatê Kurdistanê li dijî hev bin û li hev nekin. Gelek caran daxwaz ji partiyan kirine ku bibin yek û hemû alî hêzên xwe bikin yek, têkoşîna xwe li ser bingeha siyaset û têkoşîneke hevpar bidomînin. Beriya em vê hepeymaniyê ragihînin em berdewam di nava diyalogê de bûn û li ser vî esasî em xebitîn. Gelek çalakî û xebatên me yên hevbeş li Rojhilatê Kurdistanê û Ewropayê hatin lidarxistin. Di çalakiya dawî de, me bang li her heft partiyan kir ku ji bo berjewendiyên gel bibin yek. Ev bang ji aliyê gel ve jî bi germî hat pêşwazîkirin. Hemû kesan bi erênî bersiv dan. Ev peyamek baş bû. Ger partiyên Rojhilatê Kurdistanê bi hev re bixebitin, em weke gel amade ne li ser bingeha xizmeta gel bibin yek. Her çendî di yekgirtina aliyan de du partî mane jî em ê hewldana ji bo diyaloga di navbera xwe de bidomînin. Hewldana me ew e ku ew du alî jî beşdarî hevpeymaniyê bibin. Ji ber ku hevpeymanê li Rojhilat pîrozbahî û xwedîderketin û bandorên baş bi xwe re anî. Gelek girîng e di pêşerojê de her pênc alî li ser heman bingeha siyasetê bixebitin. Her wiha di nava van aloziyan de behsa kurê Şah dikin û weke Reza Şah pênase dikin. Em dizanin di dîroka Îranê de, hêzên serdest her dem li dijî nasname û yekîtiya gelê Kurd bûne. Îro, li şûna pîrozkirina yekîtiya Kurd û banga serkeftinê, hê Reza Şah nehatiye ser desthilatdariyê, nêrînên wî yên li dijî Kurd, dijminatiya li dijî Kurd yekîtiya Kurd û statuya Kurd e.”
‘Em dixwazin li ser bingeha neteweya demokratîk pergala demokratîk li Îranê bi pêş bixin’
Gulan Fehîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Gelê me vê rastiyê baş dizane, ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê, di heman demê de nerazîbûnên li dijî vê daxuyaniyê çêbûn. Gelê me Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwedî ezmûneke mezin e. Gelê Îranê jî dîtiye ku hê kesek nehatiye ser desthilatdariyê, bi vî awayî êrîşê gelê Kurd dike, dema biçe ser desthilatdariyê xeter li ser nasnameyên din jî dê çêbibin. Dema em behsa yekîtîya gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê dikin, ev nayê wê wateyê ku em xwe ji Îranê vediqetînin. Em dixwazin li Îranê li ser bingeha neteweya demokratîk sîstemeke demokratîk bi pêş bixin. Neteweya demokratîk dikare bibe mînak ji bo hemû kesên li Îranê dijîn. Ger mafên gelê Kurd bên parastin û statuya gelê Kurd li Rojhilat bi pêş bikeve, dikare bibe çavkanî ji bo hemû Îranî xwe di pergala demokratîk de bîbînin.”