‘Guhertinên di bernameya perwerdehiyê de metirsî ye’
Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî bal kişand guhertinên bernameya perwerdê ya komên cîhadîst ên HTŞ pêk anîne û got: “Guhertinên di bernameya perwerdehiyê de metirsiyek li ser nifşên pêşerojê ye.”
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Piştî hilweşandina rejîma Beasê, komên cîhadîst ên HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) piştî heyvekê mufredatên rejîma Sûriyeyê da guhertin. Bi vê guhertinê re navê Zenûbiya û Xewla ji materyalan derxistin. Navê dagirkeriya Osmanî kir vekirina Osmanî. Li şûna biratiya mirovan baweriya Îslamî Sunî tenê weke biratî tê qebûlkirin. Ola Xirîstiyan û Yehûd ji nava olan tên rakirin, ola Îslamê tenê esas tê girtin. Her wiha wêneyên xwedayê mîtolojîk Mardûk û yên din ji pirtûkan tên derxistin. Bernameya perwerdeyê ya komên cîhadîst ên HTŞ danîne, rastî bertekên ji beşên cûda yên civakê tên.
Têkildarî mijarê Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Semîra Hac Elî ji ajansa me re nirxandin kir.
‘Dê bandorê li nifşên nû bike’
Semîra Hac Elî guhertinên ku di mufredatan de hatine eşkerekirin rexne kir kir û wiha got: “Dem ne dema guhertina materyalên perwerde û fêrkirinê ye. Ji ber ku ev rêveberiyek demkî ye, tenê dikare xebatên heyî bide meşandin, ne ji bo guhertina rêbazên perwerde û fêrkirinê. Ji bo guhertina materyalên perwerdeyê pisporî pêwîst e. Karekî ku rêveberiyek daîm çêbibe paşê komîteyên pispor ji bo guhertin û veguhertinê di aliyê xwendinê de çêbibin dikarin bikin. Ji ber ku ev guhertin dê pêşeroja nifşeke nû ava bike.”
‘Guhertin hemu pêkhateyan nagire nav xwe’
Semîra Hec Elî da zanîn ku civaka Sûriyeyê civakek pir rengîn e, lê bernameya perwerdeyê hemû pêkhateyan nahewîne û wiha domand: “Ew reng, netew û olên di nava Sûriyeyê de dijîn divê di materyalan de werin diyarkirin, rengîniya çandî, olî û zimanî hemû divê hebin û mafên wan werin parastin. Lewma guhertina materyalan gere ji aliyê kesên pisporên çand, wêje û zimanzanan ve werin kirin. Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû pêkhate di bin sîstema neteweya demokratîk de bi ziman, çand û dîroka xwe dijîn û perwerde dibînin. Ji bo vê yekê li hemberî guhertina mufredatên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve hatiye kirin, nerazîbûn hatin nîşandan.”
‘Zayendparêzî û olperestî ye’
Semîra Hec Elî destnîşan kir ku rakirina navê Zenûbiya, hişmendiyek zayendperest û olperest dide nîşandan û wiha axaftina xwe domand: “Dema navê Zenûbiya bê rakirin dê dîrokek zindî, têkoşîna bi hezaran salan bê rakirin. Dema dagirkeriya Osmanî xwe bi navê vekirina Osmanî nîşan bide dê dîrok were berovajîkirin. Îro dewleta Tirk a dagirker qirkirinên ku li ser gelên Sûriyeyê pêk tîne li ber çavan dike. Ji bo ku dîrok berovajî nebe, dîrokek rast û durist be û ji bo ku hemû pêkhate, ol û baweriyên di Sûriyeyê de dijîn divê guherîn neyên kirin. Dem ne dema guhertinên mufredatên materyalên perwerdeyê ye. Dema rêveberiyek daîmî hebe û destûra Sûriyeyê were nivîsandin bi hebûna hemû netew û parastina ziman, çand û dîroka wan, wê demê bi nêrîneke hevbeş materyal dikarin werin derxistin. Qada perwerdeyê qadeke bi girîng û zanistî ye. Bi taybetî di vê qadê de dîroka jinên xwedawend girîng e. Ji bo ku nifşên azad, demokratîk û xwedî exlaq ava bibin, heqîqet û naskirina dîroka jinan divê esas were girtin.”
‘Bîrdoziya olperest nayê qebûlkirin’
Semîra Hec Elî bal kişand ser serhildana gelên Sûriyeyê ya li dijî sîstema yekalî ku di encama têkoşîn û berxwedana 14 salan de rejîma Esed hat hilweşandin û wiha axaftina xwe domand: “Li bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 14 sal in di bin sîstema neteweya demokratîk de her şagirt bi zimanê dayikê, çand û dîroka xwe perwerde dibîne. Ev nimûneyek e ji bo Sûriyeyê bi giştî û Rêveberiya Xweser mînaka çareseriyê ye. Ji Rêveberiya Xweser dikarin nimûne bigrin û li ser esasê wê kar û xebatê bidin meşandin. Sûriyeya mozaîk û rengîn nabe di qalibekî de weke berê ji aliyê desthilatdariyek ku kirasê olperestiyê li xwe kiriye ve were birêvebirin.”
‘Metirsî ye’
Semîra Hec Elî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qada perwerdeyê girîng e û gere bi rengekî rast were destgirtin û got: “Weke qadên perwerdeya ku bi salan li ser pergala neteweya demokratîk, tê dayîn; rengîniya vê civakê li ser hîmên demokrasî zimanê dayikê, çand, dîrok û sîstema xwendinê bi rêk û pêk dide meşandin. Banga me ji hemû neteweyên di hundirê Sûriyeyê de, ji Elewî, Durzî, Suryan, Ermen, Ereb û hwd. re ew e ku bi dengekî daxwaza mafên xwe bikin û bikaribin perwerde û fêrkirinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingeha neteweya demokratîk bi serkeftî bidomînin. Divê ev pargal li tevahî Sûriyeyê were meşandin. Bi vê yekê em ê bikaribin nifşeke zana û rengîn, xwedî dîrok û çand ava bikin.”