‘Guhertina navên dibistanan êrîşek li nasnameya netewî ya welêt e’

Mamoste Cîhan El-Avem a ji Suweydayê ye, destnîşan kir ku guhertina navên dibistanan nasnameya neteweyî û yekîtîya civakî ya Sûrîyê tehdît dike û diyar kir ku divê li dijî van pratîkên ku bêalîbûna perwerdehiyê têk dibin, derkevin.

ROŞÊL CANYOR 

Suweyda – Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ya di destê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) a cîhadîst de ye bi rêya Wezareta Perwerdehiyê, ji bo ku navê dibistanan li gorî îdeolojiya xwe veguherîne, bi awayekî lez ket nav tevgerê. Rêveberiyê, îdîa kir ku guhertin tenê ji bo navên bi Partiya Baasê re girêdayî ne derbasdar e; lê belê, armanca guhertinê ewe ku sembolên neteweyî û çandî yên ku perçeyekî ji dîroka Sûriyeyê ne, ji holê rake.

Guhertinên siyasî yên di nava sala dawî de li Sûriyeyê hatin jiyîn, rêze pirsgirêkên mîna qezenckirina olî ya ji bo mûfredatên olî, ji kar derxistina bi hezaran mamosteyan û herî dawî guhertina navên dibistanan ên pêşketina perwerdehiyê asteng dikin, derketin holê. Ev guhertin, eşkere dikin ku guhertina navên dibistanan ji biryareke îdarî wêdetir e û têkoşînek sembolîk a nasnameya neteweyî, bîra hevpar û pêşeroja nifşên pêşerojê eleqedar dike.

‘Em nikarin tenê wek biryarek binirxînin’

Aktîvîst, endamên civaka sivîl û mamosteyên ji Suweydayê, destnîşan dikin ku ev gav ji bo siyasîkirina perwerdehiyê û ferzkirina îdeolojiyên olî û siyasî yên ku piştgiriyê didin desthilatdariya heyî, xizmet dike û ev yek bêalîbûn û yekîtiya neteweyî ya sektora perwerdehiyê têk dibe.

Mamoste û aktîvîsta sivîl Cîhan El-Awam a ji Suweydayê, diyar kir ku guhertina navên dibistanan a di heyama desthilatdariya otorîter de, divê tenê mîna çalakiyek îdarî neyê dîtin û wiha got: “Ev têkoşînek sembolîk e ku armanc dike saziya perwerdehiyê veguherîne karakterek otorîter û îdeolojîk.”

‘Dibistan vediguherîne amûrekî ji bo beralîkirina siyasî û rewşenbîrî’

Cîhan El-Awam, destnîşan kir armanca bingehîn a guhertinan "ji holê rakirina rewatiya sembolîk a hikûmetên berê û li şûna wan bicîhkirina sembolên olî an siyasî yên xizmeta desthilatdariya heyî dikin e.” Cîhan da zanîn ku ev yek di xwendekaran de di temenê biçûk de îdeolojiya îtaetê ferz dike û wiha pê de çû; “Dema nav û sembolên dibistanan tên guhertin, xwendekar dikeve bin bandora feraseta taybet û bi vî rengî dibistanê ji qadeke perwerdehiyê ya bêalî vediguherîne amûrek ji bo beralîkirina siyasî û rewşenbîrî.”

‘Gef li yekîtiya erdnîgarî ya Sûriyeyê dixwe’

Cîhan El-Awam, da zanîn yek ji bandorên herî xeternak ên vê polîtîkayê ew e ku bi guhertina navên dibistanan a li gorî meylên olî an îdeolojîk ên taybet re gefxwarina li "yekîtiya erdnîgarî ya Sûriyeyê" û xeteriya girêdana her herêmek civakê bi nasnameyek olî an siyasî ya taybet e. Cîhan El-Awam, diyar kir ku ev rê cûrbecûriya Sûriyeyê ku di tevahiya dîrokî de mozaîka xwe ya olî û çandî pêk aniye têk dibe, civakê ji rihê hemwelatîbûn û yekîtîya neteweyî dûr dixe û bandorek neyînî li ser aştiya civakî dike.

‘Sektora perwerdehiyê bêalîbûna xwe winda kir’

Di 10 salên dawî de sektora perwerdehiyê ya Sûrîyeyê ji ber şert û mercên siyasî û pevçûnan gelek zirar dît; lê divê sektora perwerdehiyê bêalî be û ji nakokiyên siyasî dûr be. Cîhan El-Awam, diyar kir polîtîkayên rejîma berê hê di perwerdehiyê de bi bandor in û îro em bi şêweyek nû ya siyasîbûnê re rû bi rû ne û got: “Li dibistanan ferzkirina meylên siyasî û olî, dibe sedema dûrketina pêvajoya perwerdehiyê ya ji bingeha zanîn û ramana rexnegir.

‘Pêşbînî tên paşguhkirin’

Cîhan El-Awam, diyar kir ku nîqaşa li ser guhertina navên dibistanan mijarên pir lez in ku rasterast bi pêvajoya perwerdehiyê ve girêdayî ne di bin siyê de dihêle û sê pêşîniyên sereke rêz kir: “Ya ewil başkirina Mufredatê ye. Mufredatên heyî bi awayekî zelal qels in, ji standardên perwerdehiya navneteweyî dûr in û guhertinên îdeolojîk kalîteya zanistî kêm dikin. Ya duyemîn jî tamîrkirin û ji nû avakirina dibistanan e. Bi taybetî dibistanên li deverên ku ji ber şer binesaziya wan xera bûye, divê bighîjin standardek guncaw a kapasîteya xwendekaran û hawîrdorek perwerdehiyê ya mîsoger bike. Her wiha ya sêyemîn jî mafên mamosteyan e. Pirsgirêkên sereke yên mamosteyan şert û mercên jiyanê yên nebaş û derengmayîn an jî qutbûna mûçeyan e. Divê mûçe bên başkirin û mafên wan ên mafî û ehlaqî bên ewlekirin.”

Cîhan El-Awam, wiha got: “Rayedar di şûna ku li ser van qadên bingehîn bisekinin, bi guhertina navên dibistanan û ferzkirina karekterek olî an siyasî re mijûl dibin.”

‘Navên Tirkî yên li dibistanan kirine êrîşek li ser nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyeyê ye’

Cîhan El-Awam, destnîşan kir ku guhertinên siyasî yên sala borî rasterast bandor li gelê Sûriyeyê kir û guhertina navên dibistanan êdî ne tenê pirsgirêkek navxweyî ye, di heman demê de hêmanên siyasî yên herêmî jî dihewîne. Cîhan El-Awam, got ku guhertina navên hinek dibistanan a bi navên Tirkî, êrîşek rasterast li ser nasnameya neteweyî ya gelê Sûriyeyê û înkarkirina berxwedan û qehremaniya dîrokî ye. Cîhan bi bîr xist ku gelê Sûriyeyê di şerê meha Cotmehê de li dijî dagirkeriya Îsraîlê şehîd bûne û guhertina navên dibistanên ku navên van şehîdan hildigirin, mîna jêbirina dîrokê û hilweşandina bîra netewî bi nav kir.

Rastiyên dîrokî bi armancên îdeolojîk hatin guhertin

Ev yek, tenê bi guhertina navên dibistanan re sînordar nema û di heman demê belavî mufredata perwerdehiyê jî bû;  rastiyên dîrokî, destkeftiyên şaristaniyê û serkeftinên di dîroka Sûriyeyê de, bi armancên îdeolojîk hatin guhertin. Cîhan El-Awam, destnîşan kir ku divê mufredat li gorî dîrok û şaristaniya rastîn a Sûriyeyê were danîn.

‘Perwerde bingeha civakê ye’

Cîhan El-Awam, diyar kir ku bêdengiya li ser van mijaran xetereyek cidî ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Perwerde ji bo pêşeroja Sûriyeyê û pêvajoya pêşkeftina berfireh sektora herî girîng e. Lidarxistina semîneran, vekirina nîqaşên giştî û dijberiya polîtîkayên desthilatdariya fiîlî, ji bo parastina bêalîbûna perwerdehiyê û nasname û yekîtiya civakî ya Sûriyeyê pêdiviyek e.”