Girtiyên siyasî û kesûkarên enfalkiriyan daxwaza mafên xwe kirin
Nêzî hezar û 522 girtiyên siyasî li sînorê parêzgeha Helebceyê û li Bexdayê maf û çarenûsa wan nediyar e, girtiyên siyasî û kesûkarên enfalkiriyan ji bo mafê xwe li hev kom bûn û daxwaz kirin di zûtirîn de bersiva daxwazên wan bê dayîn.
MÎHRÎBAN SELAM
Helebce- Nêzî hezar û 522 girtiyên siyasî li sînorê parêzgeha Helebce di nava herêm û Bexdayê de maf û çarenûsa mûçeyê wan nediyar e. Girtiyên siyasî û kesûkarên enfalkiriyan ji bo daxwaza mafên xwe yên mûçe li hev kom bûn, daxwaz kirin ku di demek zûtir de bersiva daxwazên wan bên dayîn. Kesûkarên enfalkiriyan û girtiyan diyarkirin ku heta 14’ê Nîsanê roja enfalê, ger bersiva daxwazên wan neyê dayîn, wê helwestên xwe bi awayên cuda nîşan bidin. Daxwaza wan jî ew e ku mûçeyê wan were dayîn û dixwazin dengê wan werin bihîstin.
Girtiyên siyasî daxwaza mafê xwe dikin
Girtiyên siyasî diyar kirin ku Helebce bi riya karesata ku jiyaye, Kurdistanê bi cîhanê daye nasîn lê belê niha desthilatdarî tenê di xema kursiyên xwe de ye. Dahata vî welatî di bin destên wan de ye. Hemû berpirs û zarokên wan xwedî şîrket û karên xwe ne.
Girtiya siyasî ya bi navê Samiye Şerîf da zanîn ku ew girtiya siyasî ya Nugre Selman, ji sala 2014’an ve li bendê ne û got: “Ez li Nugre Selman bûn, niha jî bûme pîrik, em bûna qurbaniyên nakokiyên partiyan û nikarin xizmetê ji Helebce re bikin.”
‘Em qurbaniyên nakokiyên di nava desthilatdariyê de ne’
Girtiya siyasî û kesûkarên enfal û kîmyabaranê Şinû Heme Emîn wiha got: “Ez weke bertekek çekên kîmyewî û xwedî şehîdên kîmyabarana Helebceyê, mixabin hikûmeta herêm û Bexdayê, diviyabû çarenûsa mûçeyên kesûkara şehîdan û enfalkiriyên Helebce û Germiyanê diyar bikira. Hejmarek zêde ya girtiyan ku 15 beş in ji sala 2014’an ve mûçe xwarin. Lê belê 6 komele mane heta niha ji mafên hatin dayîn sûd negirtine. Divê encûmena wezîran îmze kiribûya lê ne amade ye îmze bike. Em qurbaniyên nakokiyên di nava desthilatdariyê de ne. Li herêmê bi giştî kes û karên girtiyan hene û mûçeyê wan hene. Helebce ji cihên din cuda ye, bi hinceta wekhevkirina mûçe bûne du beş, di heman demê de mûçeyê me nîn e, behsa kîjan wekheviyê dikin, em bûne qurbanî.”
‘Min heta niha tu sûd nedîtiye’
Şinû Heme Emîn destnîşan kir ku wê demê zarokek 8 salî bûye dema hatiye girtin û kîmyabarankirin lê niha mezin bûye û zarokên wê hene û ji mûçe sûdê negirtiye û got: “Min bi xwe jê sûd negirtiye, zarokên min dê çawa sûd bigrin. Ez 8 salî bûm û niha zarokên min hene, serê min spî bûye. Ez heta niha sûdmend nebûme, çi hêvî bikim, heta zarokên jê sûd bigre. Wezareta şehîdan heye, tenê nav e, em çend caran çûn, soz dan lê belê dema em ji deriyê odeyê derketin derve ji bîr kirin.”