Girtiyên siyasî êrîşa li dijî girtîgeha Evînê şermezar kirin
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek gotin: “Em êrîşên li dijî navendên sivîl û girtîgehan bi tundî şermezar dikin.”

Navenda Nûçeyan – Girtiyên siyasî ku li 47 girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê tên ragirtin bi hefteyan e di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ de her roja Sêşemê bi grevên birçîbûnê û daxuyaniyan hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Di daxuyaniya vê hefteyê de bertek nîşanî êrîşa Îsraîlê ya li dijî girtîgeha Evînê ya li Tahranê dan.
‘Êrîşî girtiyên dilên rejîma otorîter kir’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hefteya 74’an de fikar gelek zêde bûne û wiha hat gotin: “Me di çalakiya 73’an de, îlan kir ku du rûyên şer, rejîma înfaz û polîtîkayên zextê hene. Me got ku jiyana girtiyan di xeterê de ye û dibe ku pêvajoyên înfazê zêde bibin. Tevî ku ji aliyê rejîmê ve înternet hatiye qutkirin jî li gorî nûçeyên tên weşandin, mixabin texmînên me rast derketin. Îsraîlê di pêla xwe ya êrîş û bombebaranan de girtîgeha Evînê li ber çavan negirt, êrîşî girtiyên dîlên rejîma otorîter kir.”
‘Têkildarî xisar û zirara gihîştiye girtiyan de tu agahî nîn e’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Heta niha têkildarî asta xisar û mirinê tu agahiyek nîn e. Lê belê li gorî nûçeyên hatine weşandin, qawîşên hejmar 4,7 û 8 û ya jinan jî di nav de hemû qawîşan ziyanên cidî dîtine. Girtiyên li qawîşên giştî, ji aliyê gardiyanan ve di bin dorpêçê de ne, bê av û xwarin, di rewşeke xeternak de ne. Ji ber ku dibin zexta midurê girtîgehê de ne, sewqî girtîgeha mezin a Tehranê kirine.”
Hejmarek zêde girtî birîndar bûn
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hat gotin:
“Girtiyên siyasî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ji qawîşa ewlehiya 209 ya aydî Wezareta Îstîxbaratê û qawîşa 2A ya aydî Îstîxbarata IRGC’ê sewqî cihekî nediyar hatine kirin. Mixabin hejmarek zêde ya girtiyên li qawîşên hejmar 4,7 û 8 de û qawîşa jinan birîndar bûne.
‘Ji 140 kesên hatin darvekirin 5 jê jin in’
Di rojên dawî de tevî şertên şer û krîzê, înfaz bênavber domiyan. Di meha Hezîranê de herî kêm 140 jin hatin darvekirin. Di navbera van de 5 jinên girtî hebûn. Hefteya borî, herî kêm du girtiyên siyasî Mihemed Derwîş Naroeî û Yasîn Qabadan, bêyî darizandinek edlî, bi sûcên şer û îsyanê mehkumî darvekirinê kirin. Du girtî Majid Musaibî û Mihemed Emîn Mahdavî Shayesteh jî bi sûcên sîxuriyê mehkumî darvekirinê kirin. Di heman demê de bi dehan kes, ji bajarên cuda bê agahî girtin û di şertên şer de bêyî darizandinek edlî tên darizandin û darvekirin.
‘Em êrîşên li dijî sivîlan şermezar dikin’
Êrîşên hewayî li dijî girtîgehan, jiyana girtiyên bêguneh xistiye xeteriyê, bi eşkere binpêkirina mafên mirovan û hiqûqa navneteweyî ye. Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ (Tuesdays No to Executions), nexweşxane û girtî jî di nav de, hemû êrîşên li dijî tesîsên sivîlan hatin kirin, em bi tundî şermezar dikin. Di heman demê de, berpirsyariya parastina girtiyan aydî hikumetê ye. Lê belê li cihê girtiyan biparêze, tedbîrên zextê yên li beramberî girtiyan zêde kirine. Em banga agirbesta demildest û berdena girtiyên dînî jî di nav de hemû girtiyan dikin.
Bang li parêzvanên mafan ên navneteweyî hat kirin
Em bang li hemû kesên ku li dijî şer û darvekirinê ne dikin ku destûrê nedin zêdetir mirov di siya şer de bibin qurban û werin darvekirin. Em bang li hemû rêxistinên mafên mirovan û navneteweyî û aliyan dikin ku ji bo sekinandina şer zextê bikin.
Banga hatina ber girtîgehê
Bi taybetî em der barê rewşa girtiyên li girtîgeha Evînê û sewqî ku derê hatine kirin de û rewşa yên ku rastî cezayê darvekirinê hatine de fikarên xwe tînin ziman. Girtiyên bêguneh û di bin tedbîrên ewlehiyê de ji nişkave hatine sewqkirin em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Dema rewşa şer li ber çavan were girtin dê were dîtin ku jiyana girtiyan bi awayek cidî di xeterê de ye. Em bang li gelê bi rûmet dikin ku daxwaza berdana girtiyan bikin. Bi taybetî li ber girtîgehan kom bibin, girtiyan di van şertên bi xeter de bi tenê nehêlin.”