Girtiyên jin ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya birçîbûnê kirin

Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Evînê ya Tehranê Vîda Rebanî û Mutehare Guneyî bi nayekê ragihandin ku ew ji bo Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya birçîbûnê kirinê .

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî yên li Girtîgeha Evîn ya Tehranê Vîda Rebanî têkildarî rewşa Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî nameyek şand derveyî girtîgehê. Di nameya xwe de balê dikêşîne ser wê yekê ku wan li gel girtiyên din yên siyasî li dijî cezayê li ser Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî dest bi çalakiya birçûnê kirine.

Vîda Rebanî got; “Li gel girtiya siyasî ya jin Mutehare Guneyî ya li beşa jinan ya Girtîgeha Evînê ji 19’yê Mijdarê ve bi armanca li dijî derketina cezayê li ser du hevalên me yên girtiyên siyasî Werîşe Mûradî û Nêrgiz Mihemedî hatiye birîn, herwiha bêparkirina wan ji xizmetên tenduristî û tedawiyê, me dest bi çalakiya birçîbûnê kiriye.”

Vîda Rebanî da zanîn ku berpirsên Girtîgeha Evîn girîngiyê bi emeliyata giran, pîsbûna hindir, germayê, nebûna xizmetgûzariya tenduristî û pirsgirêkên din yên Nêrgiz Mihemedî nadin.

Her wisa di nameya xwe de da zanîn ku li ber çavên wan du hevalên wan yên girtiyên siyasî Werîşe Mûradî, Nêrgiz Mihemedî û girtiyên din yên jin êş û azarê dikşînin.