Girtiyên jin ên li Girtîgeha Karçakê: Em mirina hêdî dijîn

Girtiyên jin ên ku piştî êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê ji wir birin Girtîgeha Karçakê ya li Veraminê, şert û mercên ku dijîn wek "mirina hêdî" pênase dikin.

Navenda Nûçeyan – Piştî êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî Girtîgeha Evînê, girtiyên siyasî yên jin, bêyî ku malbatên wan bên agahdarkirin, birin hola werzîşê ya Girtîgeha Karçakê ya li Veraminê. Girtiyên jin carek din ji nişka ve dîsa bê agahî, birin beşa karantînayê ya girtîgehê.

Li gorî agahiyan, ev veguhestin bi awayekî zext û lez pêk hatiye û ji bo her girtiyek, mafê hevdîtina telefonê ya tenê 2 deqe hatiye dayîn. Her wiha destûr nehatiye dayîn ku girtî eşyayên xwe yên taybet jî bigrin ba xwe û gelek girtî bêyî pêdiviyên bingehîn, birin karantînayê; Xuya ye tu derfetek mirovî yê asgarî jî tuneye. Girtiya siyasî Mehûş (Saye) Seydal a ji Girtîgeha Evînê ji bo Girtîgeha Karçakê hat veguhestin, bi peyamek bi deng a ji girtîgehê şand de şert û mercên karantînayê mîna “Mirina hêdî” pênase kir û wiha got: "Bombebarana Emerîka û Îsraîlê me nekuşt, Komara Îslamî me anî cîhek wisa ku rasterast dişîne mirinê.”

‘Hawîrdorek bê tenduristî’

Saye ya ku xwe wekî mexdûrek atmosfera tolhildanê ya di pergala dadgerî ya Komara Îslamî de dibîne, axaftina xwe wiha domand: "Dixwazin hêrsa Îsraîl û Emerîkayê ji me derxin.” Saye, da zanîn ku girtî di hawîrdorek pir bê tendurist de dijîn, tiwalet û serşo tuneye, bi xwarinên şor û nayên xwarin re têkoşîna jiyanê didin û wiha got: “Herkesî kirin karantînayê; dojehek e. Tiwalet û serşo, mîna yên çolê ne. Bêhna qirêj belav bûye. Ava ku em rûyê xwe pê dişon, şor e. Xwarin nayê xwarin. Rewşek xeternak e. Komara Îslamî me anî cihekî mîna dojeh û dixwaze êşa Îsraîl û Emrîkayê ji me derxe.”

‘Girtîgeha Evînê sembola berxwedanê bû’

Girtiya siyasî ya berê Vîda Rabanî jî, têkildarî sirgûna girtiyên jin ya ji bo Girtîgeha Evînê vê peyamê parve kir: "Girtîgeha Evînê sembola berxwedan û têkoşînê bû. Demek dirêj bû dixwestin jinan ji qawîşa 5’an bibin qawîşa 6’an. Dema ev hat gotin hemû kes ditirsiyan. Hemû kes şandin Girtîgeha Karçakê. Li Girtîgeha Evînê azadiyên biçûk ên bi têkoşînên salan hatine bidestxistin hebû. Niha hemû çûn. Hewaya wê bi jehr û ava şor e. Av û hewa jî ji destê jinan hatin girtin.”

Ji bo Werîşe Mûradî metirsiya tenduristî

Hat ragihandin ku çalakvana mafên jinan a cezayê darvekirinê lê hatiye birîn Werîşe Mûradî jî, birine Girtîgeha Karçakê. Têvî ku tê zanîn beriya niha xwe gîhandina mafê dermankirinê ya Werîşe Mûradî hatiye astengkirin jî, niha têkildarî rewşa wê ya tenduristî agahî nayê girtin. Kampanyaya ‘Azadî Ji Bo Werîşe Mûradî” jî, bang kir ku Werîşe Mûradî pêwîst e tavilê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û bê berdan.

Bertekên navnetewî zêde dibin

Şert û mercên dijîmirovahî yên ku girtiyên siyasî dijîn, dibe sedema bertekên rêxistinên mafên mirovan û çalakvanên navnetewî. Hate diyarkirin ku Girtîgeha Karçakê ya li Veramine ya berê ji ber şert û mercên jiyanê yên ne hîjyenîk dihat rojevê, niha bûye navenda tolhildanê.