‘Girtiyên jin ên Filsitînî rastî êrîşên zayendî tên’
Aktivîsta mafên mirovan Zeyneb el-Xalidî diyar kir ku girtiyên jin ên Filistînî ku di girtîgehên Îsraîlê de ne, rastî binpêkirinên cûr be cûr ên wek tecawîz û birçîhiştinê tên û got ku ji ber vê divê dosya werin vekirin.
REFÎF ISLÎM
Xeza – Girtiyên jin ên Filistînî, li girtîgehên Îsraîlê rastî îşkenceyên fîzîkî, psîkolojîk û zeyendî, heta astengiyên xwarin, bê parhiştina ji xewê û hevdîtinên parêzeran tên. Girtiyên jin, rastî gelek nêzîkatiyên dijwar tên. Ev rewş rê li ber nezanîna statuya hiqûqî vedike, saziyên mafên mirovan jî di parastina wan de kêm maye.
‘Ev girtin sûcên şer in’
Lêkolînera Hiqûqa Navneteweyî û Aktivîsta Mafên Mirovan Zeyneb el-Xalidî diyar kir ku piştî êrîşên 7’ê Cotmeha 2023’an hejmara girtiyên Filistînî yên li girtîgehên Îsraîlê ji 6 hezarî gihîştiye 11 hezarî û got: “Ya hatî guhertin ne tenê hejmar e. Gardiyanên Îsraîlî jî rêbazên îşkenceyê hê hovtir kirin û rêyên nû li dijî şikandina rûmeta wan bipêş xistin. Geşedanên li Şeriaya Rojava û bertekên li dijî operasyonên leşkerî yên li Xezayê li dijî sivîlan, hejmara girtinan zêde kiriye. Li gorî daneyên Saziya Esîran û Îdareya Girtîgehên Îsraîlê, li girtîgehan 66 girtiyên jin hene. Ji van jinan du jê nexweşên penceşêrê ne û pêwîstiya wan bi tedawiyê heye, ya sêyem jî zarokek di bin 13 salî de ye. Ev girtin, sûcên şer in.”
Şertên dermirovî yên binçavkirinê
Zeyneb el-Xalidî da zanîn ku girtiyên jin her tim rastî zext û lêgerînên tazî tên, polîs ji bo tirsandina wan segan bikar tînin, dest datînin ser tiştên wan, şopandina dosya û dadgehan zor dikin, jin her tim rastî nêzîkatiyên psîkolojîk û fîzîkî tên, ji mafên pêwîstiyên bingehîn û mafê tedawiyê bê par tên hiştin û wiha domand: “Xwarina ku didin girtiyên jin, gelek kêm e û têra zarokekê nake, hinek caran leşker xwarinan dikin bin lingê xwe û zorê didin ser wan ku bixwîn, hevdîtinên bi parêzeran re asteng dikin û saetên demdirêj di pozîsyonên xirab de lêpirsîn dikin. Binpêkirina herî giran ‘binpêkirina zayendî’ ye. Ev jî tecawîz, tacîz û bi taybetî pêkanînên wek bikaranîna segan jî di nav de cih digre. Ev sûcên şer in, tacîza gotinî û fîzîkî jî di nav de bi awayên cûda tên kirin.”
Zeyneb el-Xalidî anî ziman ku li gor îfadeyên hinek girtiyan, leşker qûndaxên çekan bikar tînin û ev agahî dan: “Jinek 48 saetan tazî hiştine, çavê wê girtî û destê wê bi kelemçe, ji aliyê leşekeran ve rastî tecawîzê hatiye. Tevî xwîna ji canê wê çûye jî, ew nebirine nexweşxaneyê û jinên din ên girtî alîkariya wê kirine.”
Şertên girantir ên jinên li Xezayê tên girtin
Zeyneb el-Xalidî anî ziman ku jinên ku li Xezayê tên girtin, nêzîkatiyên hê girantir dibînin, ji ber pêkanîna tecawîzên bi komî û bi zorê tazîkirinê, travmayên giran ên psîkolojîk jiyane, ji ber vê jî xwarinxwarin û axaftinê red dikin. Jinên ku li Şerîaya Rojava tên girtin jî di asta derfetan de destek dane wan û got: “Komîteya Xaça Sor a Naveneteweyî, gelek deman nekarî xwe bighîne jinên li Xezayê hatine girtin, nekarî desteka hiqûqî bide wan û Îdareya Girtîgehên Îsraîlê destûr nedaye vê destekê. Rewşa girtiyên Şeriya Rojava li gor wê baştir e. Destûr didin hevdîtina bi malbat û parêzeran re. Ev rewş pirsa çima pêkanînên giratir li dijî girtiyên li Xezayê tên bikaranîn tîne rojevê.”
‘Erka navendên mafên mirovan belgekirina binpêkirinan e’
Zeyneb el-Xalidî destnîşan kir ku erka sereke ya navendên mafên mirovan, belgekirina bipêkirinan, îfadegirtina jinan, di dadgehên xwecihî û navneteweyî de vekirina dozan, di asta Xaça Sor de şopandina dosyayan û ji bo jîbîrnekirina van dosyayan zextkirin û destpêkirina kampanyayên parastinê ye. Zeyneb el-Xalidî wiha got: “66 jinên Filistînî yên ji Xezayê hatin girtin, di şertên biçûkxistinê de tên ragirtin. Îsraîl hinek caran ragihandina nasname û sûcên ku jê tên darizandin red dike. Ev sûcek aşkera yê şer û binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”