Girtiyên Îranşehrê tevlî kampanyaya "Na ji darvekirinê re" bûn
Kampanyaya "Na ji darvekirinê re" kete hefteya 137'an û hejmara girtîgehên beşdar derket 62’yan. Girtiyan diyar kir ku di hefteyekê de 32 kes hatine darvekirin û banga berxwedanê kirin.
Navenda Nûçeyan — Komek girtiyên ji girtîgeha Îranşehrê a li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê ya Îranê, îro ragihandin ku ew tevlî kampanyaya Sêşemên "Na ji Darvekirinê re" bûn. Ev yek hemwextî derbaskirina hefteya 136’an a kampanyayê pêk hat û bi vê tevlîbûnê re, hejmara giştî ya girtîgehên ku beşdarî vê kampanyayê bûne gihîşt 62 girtîgehan. Girtiyên ku tevlî kampanyayê bûne, ji bo protestokirina cezayên darvekirinê ketine greva birçîbûnê.
Di daxuyaniya xwe ya hefteya 137’an de, girtiyên beşdar bal kişandin ser krîza aborî, lêçûna giran a jiyanê û zêdebûna zextan. Her wiha hişyarî dan ku cezayên darvekirinê berdewam in û cezayên nû tên birîn.
Di hefteyekê de 32 kes hatin darvekirin
Li gorî daxuyaniyê, di hefteya dawî ya Tebaxê de herî kêm 32 kes, di nav de du jin, hatine darvekirin. Di daxuyaniyê de her wiha ev tişt hatin diyarkirin: "Hin kesên ku di xwepêşandanên Çileya 2026’an de hatine girtin, bi cezayê darvekirinê re rûbirû ne an jî îhtîmal e ku ev ceza li wan bê birîn. Di nav van de cezayên darvekirinê yên ku li 10 bersûcan di doza "Qada Şehîdan" a li Îsfahanê de hatine birîn, cezayê girtiya siyasî Leyla Ebulhasanî yê li girtîgeha Devletabadê ya Îsfahanê û her wiha pesendkirina cezayê darvekirinê yê Elî Asxhar Peygamberî yê li girtîgeha Qisilhesarê hene.
Daxuyaniyê tekez kir ku di şert û mercên heyî de berxwedana li dijî cezayê darvekirinê "pir girîng û pêwîst" e. Kampanyayê bang li çalakvanên siyasî, parêzvanên mafên mirovan, karker, civaka sivîl û hemû welatiyên li seranserê Îranê kir ku li dijî cezayên darvekirinê derkevin û dengê xwe bilind bikin.
Hêjayî bîrxistinê ye ku di vê hefteyê de, komek girtiyên ji girtîgeha Îranşehrê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê jî tevlî kampanyayê bûn. Hêjmara girtîgehên ku beşdarî kampanyayê bûne gihişt 62 girtîgehan.