Girtiya siyasî Parîsa Kamalî Ardakanî di greva birçîbûnê de ye
Girtiya siyasî Parîsa Kemalî Ardekanî ku li Girtîgeha Yezdê girtî ye, li dijî neguhertina cezayê xwe dest bi greva birçîbûnê û dermanan kir.
Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî Parisa Kamalî Ardakanî ku li Girtîgeha Yezdê girtî ye, ji bo nerazîbûnê li dijî neguhêrbarkirina cezayê xwe dest bi greva birçîbûnê û girtina dermanan kiriye. Ew di roja xwe ya nehan a greva birçîbûnê de ye. Tê ragihandin ku piştî ragihandina greva birçîbûnê têkiliya wê bi malbata xwe re hatiye qutkirin.
Li gorî raporên hatine weşandin, wê demek dirêj berê ji bo kêmkirina cezayê xwe serlêdan kiribû. Lê rayedarên girtîgehê bersiva daxwaza wê nedane. Ev yek bû sedema greva birçîbûnê.
Di hucreya yek kesî de tê girtin
Piştî vê nerazîbûnê, rayedarên girtîgehê ew xistin hucreya yek kesî û têkiliya wê bi malbata wê re qut kirin.Hat ragihandin ku çend roj şûnda, Ardakanî ji bo beşa giştî hatiye veguhastin û ji ber nexweşiya tîroîdê rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e.
Ardakanî di 30’ê Nîsana 2024’an de li Îsfahanê hatiye binçavkirin û ji bo navenda binçavkirinê ya Dolatabad hatiye veguhastin. Piştre, Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Îsfahanê ji ber "wêrankirina milkê giştî" du sal sirgûn û ji ber "propagandaya li dijî rejîmê" û "endamtiya di komên muxalefetê de" bi tevahî heft sal û neh meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn.
Parîsa Kamalî Ardakanî îsal ji Girtîgeha Dolatabad bo Girtîgeha Yezdê hate veguhastin.