‘Girtina dibistanan û qutbûna înternetê gefê li pêşeroja keçan dixwe’

Tora Başdariya Siyasî ya Jinên Efganistanê, qutbûna fîber optîk înternetê li gelek wîlayetên Efganistanê bi danezanekê şermezar kir û ragihand ku Talîban, li dijî jinan qedexeyên berfireh û binpêkirinên mafên bingehîn hê jî didomîne.

Navenda Nûçeyan – Roja Şemiyê 20’ê Îlonê Tora Beşdariya Siyasî ya Jinên Efganistanê, ji bo berteka li dijî domandina polîtîkayên paşverû yên Talîban û qedexekirina perwerdeyê ji pola 6’an û jor ve ya zarokên keç danezanek weşand. Di danazanê de hat diyarkirin ku piştî çar salan hatina Talîbanê ya ser desthilatdariyê, qedexeyên berfireh ên li dijî jinan û binpêkirina mafên bîngehîn ên hemwelatiyan didomîne.

Qedexekirina pirtûkên jinan gefê li pêşerojê dixwe’

Torê di danezanê de qedexekirina pirtûkên jinên nivîskar di zanîngehan de şermezar kir û wiha hat gotin: “Girtina dibistan û zanîngehan ji bo xwendekarên keç û bi taybetî rakirina pirtûkên akademîk, berhemên jinên nivîskar an jî pirtûkên bi Farisî, bi awayekî cidî gefê li pêşeroja nifşên ciwan ên Efganistanê dixwe.” Di danezanê de hat îfadekirin ku, ev polîtîka qada çandî û agahiyan bi awayek sîstematîk tune dike.”

‘Qutbûna înternetê fikaran çêdike’

Torê da zanîn ku li wîlayetên cuda qutbûna înternetê fikaran çêdike û wiha hat gotin: “Vê pêkanînê jiyana bi hezaran mirovan sekinand. Bi hezaran xwendekar bi vê biryarê, ji perwerdeya onlîne bêpar man û gelek malbatan derfeta têkilîdanîna bi mirovên xwe re winda kirin.”

Bang li civaka navneteweyî kir

Torê destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî, binpêkirinan mafên mirovan li Efganistanê belge bike û ji bo avakirina derfetên xwegihandina qada perwerdeyê û agahiyan divê tedbîrên demildest bigrin. Torê anî ziman ku divê hewelatî tevgera protestoyên sivîl ku jin didin meşandin destek bikin.

Talîbanê înternet qut kir

Talîbanê di sala pêncemîn a desthilatdariyê de, li dijî hemwelatî û bi taybetî jinan qedexeyên xwe zêde kirin.

Talîbanê bi fermana serokê xwe Heyetullah Ahundzade, li hinek wîlayetên Efganistanê, fîber optîk înternet û Wi-Fi qut kir. Vê biryarê, di nava parêzvanên mafên mirovan, jin û saziyên civaka sivîl de deng veda. Talîbanê têkildarî vê biryarê tu daxuyaniyên teknîkî û fermî neda, gelek çavdêr û hemwelatî vê gavê weke parçeyek ji poltîkayên zextê yên Talîbanê dibînin.

Civaka sivîl a li Efganistanê û saziyên mafên mirovan vê biryarê şermezar kirin, îfade kirin ku Talîbanê careke din nîşan daye ku dijminê ‘agahî’ û ‘pêşketinê’ ye, vê weke parçeyeke polîtîkaya ‘zext û kontrola mutlaq’ pêk tîne.

Saziyan, dan zanîn ku Talîbanê kanalên têkiliyê girtiye, dixwaze gel di nava ‘tarîtî û cehaletê de’ bihêle û bi vî awayî hedef dike ku dengê azadî û berxwedanê bitepesîne.