Girtîgeha Evînê di rewşek ne diyar de ye

Şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de di roja 30’an de ye. Girtîgeha Evînê di rewşek ne diyar de ye. Malbatên girtiyan ji mafê hevdîtina bi kes û karên xwe yên girtî re hatine bêpar kirin.

Navenda Nûçeyan – Dengê Girtiyên Kurd û Îranê derbarê rewşa girtîgeha Evînê de raporek belav kir. Di raporê de wiha tê gotin:“Mehek li ser şerê di navbera DYE, Îsraîl û Îranê de derbas bûye û girtî di rewşek ne diyar de hatine hiştin. Ne tenê ewlehiya canê girtiyan nayê parastin, di heman demê de pêvajoya şopandina kar û barên wan jî hatiye rawestandin.”

Girtî ji mafê hevdîtinê hatine bêpar kirin

Di raporê de hat diyarkirin ku niha li girtîgeha Evînê ti berpirsên diyarkirî nemane û ti rayedarek ku ji rewşa girtiyan berpirs be jî tune ye. Her wiha di rojên borî de kes û karên girtiyan bi hêviya hevdîtinê çûn girtîgehê, lê belê derî girtî bû û jê re hat gotin ku kes amade nîne ku bersiv bide.

Di raporê de herwiha hat destnîşan kirin ku berê jî ew malbat ji aliyê berpirsên girtîgeha Evînê ve hatine bang kirin, lê heta niha sedemek zelal nayê zanîn. Nebûna berpirsan fikarên cidî li ser ewlehiya girtiyan zêde dike.

Di raporê de tê gotin ku ev rewş di demek de ku behsa dana destûrê ya hevdîtinê ji bo girtiyan tê kirin, qewimiye. Lêbelê çavkaniyên agahdariyan diyar kirin ku ev pêvajo li girtîgeha Evînê pir sînordar e û tenê rêjeyek kêm a girtiyan tê de dihewîne. Di rewşek metirsîdar de berdewamkirina vê rewşê, metirsiyê li ser jiyana girtiyan zêde dike.