Girtîgeha Dastgerd a li Îsfahanê, fikar zêde dibin

Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî ragihand ku hêjmareke mezin ji girtiyên siyasî û kesên girtî ji Girtîgeha Dastgerd a li Îsfahanê bi çend otobusan ji bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Navenda Nûçeyan – Çiqasî şerê Îsraîl-DYA li ser bajarên Îranê zêde dibin fikarên li ser çarenûs, şert û mercên girtiyên siyasî jî zêde dibin. Ji ber vê rewşê veguhestina hen girtiyê siyasî çêbûn. Lê ne malbat ne jî parêzer derheqê rewşa girtiyan de tu agahî nagrin. Ev yêk bi xwe re pirsan ava dike.

Her wiha komîteyê ragihand ku çavkaniyên nêzîkî malbatan piştrast kirine ku ev veguhastinên ji nişka ve dikarin ji bo jiyana girtiyan xetereyek cidî çêbikin.

Ev fikar bi bûyerên berê yên veguhestinên ji nişka ve, sînordarkirinên ragihandinê, redkirina gihîştina parêzeran û tecrîda ku têkiliyên girtiyan yê bi derve re qut dikin zêde dikin. Di bin şert û mercên heyî de, tirs jî heye ku rejîma Îranê dikare girtiyên siyasî wekî mertalên mirovî di navendên leşkerî de bikar bîne.

Komîteya Azadkirina Girtiyên Siyasî bang li rayedarên pêwendîdar kir ku tavilê cihê girtiyên ku vê dawiyê de hatine veguhastin eşkere bikin, tenduristî û ewlehiya wan garantî bikin û destûrê bidin wan ku bi malbatên xwe re têkilî daynin. Her wiha daxwaza serbestberdana tavilê û bê şert û merc a hemû girtiyên siyasî kir û ji parêzvanên azadiyê xwest ku piştgiriyê bidin malbatên girtiyan û li ber girtîgehan çalakiyên rûniştinê û meşan li dar bixin da ku zextê li ser serbestberdana wan bikin.