‘Gerîlayên PKK’ê tovên hêz û hêviyê li Şengalê çandin’
Berfê Elyas a Şengalî got: “Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de dema ku civaka Êzidî rastî êrîşên hovane hat, bêparastin bûn. Piştî gerîlayên PKK’ê hatin axa Şengalê, me hêzeke mezin ji wan girt û tovên hêviyê di dilê me de şîn bûn.”

RONAHÎ ZERDEŞ
Şengal – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de cîhan li hemberî fermana li ser civaka Êzidî kerr, kor û lal bû. Lê tenê PKK, li hember vê yekê bêdeng nema û bi şandina 12 siwariyên xwe gihîşt hewara civaka Êzidî. Ev hêza ku tenê ji 12 kesan pêk dihat, li hemberî fermanê bûn mertal û nehiştin dîroka fermanan careke din dubare bibe.
Ev hêza ku xwedî dîroka berxwedana bêhempa, xwedî bi hezaran şehîdên qehreman û giranbuha bû, ji bo biserxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku bi pêşengiya Ocalan hatiye destpêkirin, ji bo pêkanîna guhertin û veguhertinên dîrokî, di navbera 5-7’ê Gulanê de kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û di 12’ê Gulanê de jî fesihkirin û çekdanîna xwe îlan kir.
Berfê Elyas jî li ser hatina gerîlayan a Şengalê, weke civak nasînên xwe yên fikrên Abdullah Ocalan û biryara fesihkirina PKK’ê, ji ajansa me re nirxand. Di destpêka axaftina xwe de di şexsê avakerên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun de hemû şehîdên şoreşê bi bîr anî û diyar kir ku wan ji bo azadiya civakên bindest têkoşîneke mezin meşandina û di vê oxirê de gihîştine şehadetê.
Roja fermanê û naskirina gerîlayan
Berfê Elyas bi van hevokan behsa fermanê, hatina gerîlayan a Şengalê û weke civak nasîna PKK’ê û fikrên Ocalan kir: “Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de tu kes bi hawara civaka Êzidî ve nehat, ji derveyî gerîlayên PKK’ê. Dema gerîlayên PKK’ê ji bo parastina civaka Êzidî hatin Şengalê, Êzidiyan hêzeke mezin ji wan girt û tovên hêviyê di dilê wan de şîn bûn. Bi hatina PKK’ê ya çiyayê Şengalê re, me fikrên Rêber Apo nas kir. Li ser vî fikrî me xwe bi rêxistin kir û zarokên Êzidî bi vî fikrî rabûn ser xwe û axa xwe parastin. Bi wan fikran bi taybetî jinan xwe bi pêş xistin û birêxistin kirin. Gerîlayên PKK’ê ji bo me ji fermanê rizgar bikin canê xwe kiribûn mertal û gelek şehîd dan. Ji bo Şengalî li ber xwe bidin, çanda xwe û ola xwe biparêzin, canê xwe dan.”
‘Piştî naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo em ketin ferqa xwe’
Berfê Elyas diyar kir ku bi saya wan îro ew li vir dijîn û wiha pê de çû: “Jixwe gelek caran Rêber Apo ji gerîlayan re digot biçin çiyayê Şengalê û civaka Êzidî biparêzin, lê dijmin her dem dibû asteng, di dema fermana 2014’an de gerîlayan tu sînor û astengiyan nas nekir û bi hawara civaka Êzidî ve hatin. Di dema fermanê de me dît kê pişta xwe da me, kî bi hawara me ve hat û me parast. Ên ku bi hawara me ve hatin û me parastin, gerîla bûn. Piştî naskirina fikir û felsefeya Rêber Apo em ketin ferqa xwe, bûn xwedî fikir û hêvî. Ji ber ku êdî me dizanibûn ji bo parastina ax û tolgirtina fermanan pêwîstî bi perwerdeyê heye. Em weke malbat şervanên Rêber Apo ne.”
‘Biryarên ku hatine girtin hemû ji bo civakê ye’
Berfê Elyas di axaftina xwe de bal kişand ser Kongreya 12’an a PKK’ê jî û ev nirxandin kir: “Destpêkê dixwazim bêjim em kongreyê û biryarên hatine girtin girîng dibînin. PKK’ê ji bo biserxistina pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku Rêber Apo daye destpêkirin, kongreya xwe ya 12’emîn li dar xist û xwe fesih kir. Biryarên ku hatine girtin hemû ji bo civakê ne. Ji bo şerê ku bi salan e didome were rawestadin û bi riya siyaset û hiqûqê pirsgirêk werin çareserkirin, biryara fesihkirin û çekdanînê da. PKK’ê kongreya xwe li dar xist, biryarên girîng girt êdî niha divê dewleta Tirk gavên pêwîst bavêje.”
‘Ez bi şehadeta kurê xwe serbilind im’
Berfê Elyas di heman demê de kurê xwe di şer de wenda kiriye. Kurê wê Tîrêj beriya çend salan di nav refên gerîla de jiyana xwe ji dest daye. Berfê Elyas bi van gotinan behsa wan kêliyan kir: “Dema ku min bihîst kurê min şehîd bûye, ez bi şehadeta wî serbilind bûm. Ji ber di riya rastiyê de meşiya, ji bo parastina civaka xwe tevli refên gerîla bû, ji bo xwe baş perwerde bike û dijminê xwe baş nas bike têkoşînek mezin da û li ser vê oxirê gihîşt şehadetê, ez bi şehadeta wî serbilind im. Dema kurê min ji min re got ez ê tevlî gerîla bibim û xatir xwest, min jê re got ger îro gerîla û fikrên Rêber Apo nebûna, tu kesî nikaribû me ji fermanê rizgar bikira. Me xwest zarokên me jî li ser fikrên Rêber Apo xwe zana û perwerde bikin. Li ba me ferq nîne, her çar perçeyên Kurdistanê ji bo me yek in.”
‘Tiştê esasî hêvî û daxwaza Serokê xwe pêk bînin’
Berfê Elyas di nav axaftina xwe de bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan ku ji civaka Êzidî re şandiye û got: “Dema peyama Rêber Apo hat em gelek kêfxweş bûn. Em silavên xwe ji vê derê heta Îmraliyê jê re dişînin û hêviya me ew e di demek nêz de azad bibe. Ji ber ku em jî azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin. Berî her tiştî piştî fermanê me perwerdeya Rêber Apo dîtiye û li ser vê esasê divê em hîn zêdetir tevlî kar û xebatan bibin, xwe zana bikin, birêxistin bikin û tifaqa xwe ava bikin. Tiştên herî sereke ev in û divê em demildest hêvî û daxwazên serokê xwe pêk bînin.”
‘Divê civak neyê lîstika dijmin’
Berfê Elyas herî dawî hêvî û daxwaz ji civakê kir ku nekevin bin bandora lîstik û şerê taybet ê dijmin û bi van hevokan dawî li axaftina xwe anî: “Divê civaka me rastiya Rêber Apo baş fam bike, bi taybetî divê kongreya PKK’ê û biryarên kongreyê rast fam bike û neyên lîstikên dijmin. Divê civak berî her tiştî baş bizanibe me ewqas şehîd ji bo çi dan, ji bo careke din em nekevin xefika dijmin. Daxwaza min ji civakê ew e ku xwe baş birêxistin bike û neyê lîstika dijmin.”