Gerîla Arîn Hasret: Rêber Apo rê li ber azadiya gelan vedike

Gerîlaya Tevgera Azadiya Kurdistanê Arîn Hasret ku başdarî pêngava dîrokî ya gerîlayan bû, wiha got: “Rêber Apo rê li ber azadiya gelan vedike, em ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavan davêjin.”

Qendîl – Duh Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd bi daxuyaniyeke çapemeniyê li Binarê Qendîlê pêngava dîrokî ya ku ji bo rê li ber pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk veke, ragihand. Di daxuyaniyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok, endama Fermandariya Eyaleta Serhedê ya YJA Starê Vejîn Dêrsim û endama Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandara Eyaleta Garzanê Devrîm Palu ku ji Bakurê Kurdistanê hatine Herêmên Parastinê yên Medyayê jî di nav de 25 gerîlayên azadiyê amade bûn.

Yek ji gerîlayên Azadiyê Arîn Hasret ku ji herêma Gabar a Bakurê Kurdistanê hatiye Herêmên Parastinê yên Medyayê, têkildarî pêngava dîrokî ya gerîlayan û rola jinan di vê pêvajoyê de ji ajansa me re axivî û got: “Em 8 jê jin û 17 jê xort 25 heval bûn. Gelek hevalên me ji Serhed, Xerzan û Botanê hatin. Me xwest em ji banga Rêber Apo re bibin bersiv. Her çend operasyon li gelek deveran hîn jî berdewam dikin jî, hevalên me tevî wan zehmetiyan gihîştin vir.”

‘Rêber Apo guherînek mezin çêkir’

Arîn Hasret da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girîng e û got: “Me hêvî nedikir ku bangek wisa were kirin, lê Rêber Apo careke din cudabûna xwe nîşan da. Wî nîşan da ku rêbertî çawa tê kirin. Dibe ku gelek beşên civakê vê pêvajoyê bi awayekî cûda fam bikin û şîrove bikin, lê ew bangek bû ku kesî hêvî nedikir. Kesî hêvî nedikir ku bangek wisa be, lê gava hûn bangê fam bikin, bixwînin, li ser bifikirin û guh bidin Rêber Apo, hûn careke din dibînin ku ev bang çiqas girîng e. Em dibînin ku ew ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelan hatiye kirin. Em dibînin ku daxuyaniyên Rêber Apo ji bo jiyaneke demokratîk in. Bi gavên hevbeş, ew dikarin bibînin ku çarenûsa Kurdistan û Rojhilata Navîn ne şer e. Rêber Apo di heman demê de rê li ber azadiya gelan vedike.”

‘Em ji bo pêşvebirina pêvajoyê gavan davêjin’

Arîn Hasret di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em ji bo pêşvebirina vê pêvajoyê gavan davêjin. Ev nayê wê wateyê ku em teslîm dibin. Em poşman nînin. Divê qanûnek li gorî wê were amadekirin. Bi qanûna nû ya ji bo PKK'ê, em dixwazin siyasetê bikin û ziman û mafên xwe biparêzin. Em behsa qanûnek wisa dikin ku dê nasnameyên me nas bike û biparêze.”