‘Ger li Xezayê agirbest pêk neyê wê nifşek winda bibe’

UNRWA’yê hişyarî da ku ger li Şerîda Xezayê ku di bin êrişên Îsraîlê de ye, agirbest pêk neyê wê nifşek winda bibe.

Navenda Nûçeyan - Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarînî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya dîjîtal X de, diyar kir ku zarok di pevçûn û şeran de yên yekem û herî zêde êşê dikişînin û destnîşan kir ku rewşa li Xezayê ne cuda ye.

‘Zarokên Xezayê tiştên ku diviyabû tu zarokan nedîtina jiyan’

Philippe Lazzarînî amaje bi wê yekê kir ku li Xezayê zarok rastî tiştên divê li tu devereke cîhanê zarokan nedîtana û nejiyana hatine û teqez kir ku gelek kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar bûne û kesên rizgar bûne jî rastî travmayeke kûr hatine.

‘Ger agirbest pêk neyê wê nifşek winda bibe’

Philippe Lazzarînî diyar kir ku di encama êrişên Îsraîlê de dibistanên zarokan wêran bûne û tevahiya saleke xwendinê bê perwerde û lîstik, winda kirine. Philippe Lazzarînî diyar kir ku ji ber êrişan zarokatiya zarokên li Xezayê ji destê wan hatiye girtin û ji bo agirbestê bang kir û destnîşan kir ku ger li Xezayê agirbest pêk neyê wê nifşek winda bibe.

Di êrişên ku Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Şerîda Xezayê pêk aniye de herî kêm 15 hezar û 517 jê zarok 10 hezar û 279 jin 37 hezar û 232 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan û 85 hezar û 37 Filistînî jî birîndar bûn.