Gelo Kurd dîsa bi komployeke mezin re rûbirû ne?
Pêşketinên dawî yên li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, nîşan didin ku hêzên herêmî û cîhanî careke din li li dijî Kurdan, hewl didin li hev bikin. Tirkiye bi têkiliyên xwe yên bi Birayên Misilman re, ji wan hêzan sûdê digre û roleke kilît dilîze.
Navenda Nûçeyan– Di van çend hefte û mehen dawî de, pêşketinên li Sûriyeyê çêbûn, hinek îdiayên ku der barê rolên aktorên li herêmê Tirkiye Îsraîl û welatên Ewropayê de hatin belavkirin tabloyeke giştî nîşan didin. Tê îdiakirin ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û li derdorê, hevsengiyên li ser hêzê, lihevkirin an jî peymaneke piralî bi teşe dibe. Li gorî van îdiayan, hedefa sereke ya hevsengiyê, ew e ku Kurd û destkeftiyên wan ên siyasî û leşkerî werin qelskirin. Di merheleyên din de jî armanc ew e ku aktorên weke Haşdî Şabî û komên nêzî Birayên Misilman werin bisînorkirin.
Di vê çarçoveya analîtîk de, tê îdiakirin ku Tirkiye bi têkiliyên xwe yên dîrokî yên bi Birayên Misilman re û hêzên girêdayî xwe yên li Sûriyeyê sûdê digre û ji bo pêkanîna vê senaryoyê hewl dide rola sereke bilîze. Îdayek din jî ew e ku bi hevkariya hêzên welatên Rojava û yên herêmî di vî warî de gav tên avêtin. Li gorî van îdayan, Tirkiye ji aliyekî ve hewl dide dosyaya hêzên Kurd û partiyên netewparêz ên Kurd dayne ser ‘teraziya’ berjewendiyên Îsraîl û DYE’yê, ji aliyekî ve jî bi bazariyek mezin Birayên Bisilman jî weke koza ji bo muzakereyan bigre nava vê hevkêşeyê.
Li gorî van îdayan di serî de Fransa, di civînên ku Ewropayê tên lidarxistin, weke bingeha koordînasyonên piştperdeyê tên pêşkêşkirin. Di wan civînan de mijarên weke; pêşeroja Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, ewlehiya Îsraîlê, hebûna NATO’yê li di jî Îranê û awayê sînorkirina hêzên nêzî Tehranê tên destgirtin. Her wiha tê îdiakirin ku Îsraîl di vê guherîna ku were kirin de, rewşa xwe ya li Golanê û derdora wê mezbût bike, NATO jî li Iraq û Sûriyeyê nêzî hedefa xwe ya stratejîka ji bo sînorkirina belavbûna Îranê bibe.
Hebûna Kurdan li pêşiya blokên hêzê yên herêmî astengiyê çêdike
Xala bingehîn a di navenda van analîzan de rewşa Kurdan e. Li gorî vê, hebûna Kurdan a di salên dawî de li Iraq û Sûriyeyê ya di vê hekêşeyê de, li pêşiya blokên hêzê yên herêmî, “hevsengiya siyasî” ya li dijî yektîpiyê asteng kir. Ji ber wê divê ku vê hêmana hevsengiyê çêdike, an were qelskirin an jî ji holê were rakirin. Bi wê yekê dê hevsengiya hêzê bi awayekî berfirehtir ji nû ve bikaribe pêşiya xwe veke.
Tevî van hemûyan jî divê mirov balê bikşîne ku beşek mezin a vê tabloyê xwe dispêre îdia şîrove û analîzên ne fermî, beşek girîng a van hûrgilyan ji aliyê çavkaniyên serbixwe ve nehatine teyîdkirin. Tişta ku teqez e ew e ku; Bakur Rojhilatê Sûriyeyê û derdora wê bûye yek ji xalên girêk ên jeopolîtîk ji bo berjewendiyên Tirkiye, DYE, Rûsya, Îran, Îsraîl aktorên herêmî. Kurd jî tam di navenda vê hevkêşeyê de ne.