Gelo hatina desthilatê ya HTŞ’ê rê li DAIŞ’ê vedike?
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a kantona Cizîrê Zehra Semo da zanîn ku bi hatina HTŞ'ê re hêviya vegera DAIŞ’ê zindî bûye. Zehra Semo got: "HTŞ jî xwedî bîrdoziya îslama radîkal e û heman tiştî dike."

SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Hesekê – Li ser agahiyên barê hebûna şaneyên rêxistinkirî yên DAIŞ'ê li hundir û derveyî kampa Holê ku hewl didin ewlehî û aramiya kampê têk bibin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Jin, Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) operasyonek ewlehiyê di 18'ê Nîsanê de li kampa Holê dan destpêkirin.
Metirsiya li Kampa Holê roj bi roj zêde dibe, ji ber ku civaka navneteweyî ji berpirsyariya xwe ya li hemberî malbatên DAIŞ'ê yên li kampa Hol û Roj ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê direvin, barê her du kampên herî xeternak tenê li ser milên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk maye.
Di roja duyem a hemleyê de Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran li kantona Cizîrê ji bo şopandina pêşveçûnên operasyona ewlehiyê serdana kampê kir.
'Şaneyên DAIŞ’ê bi hilweşîna rejîma Baasê re hewl didin xwe zindî bikin'
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Karkeran a kantona Cizîrê Zehra Semo da zanîn ku ev ne cara yekem e hemleyên ewlehiyê li kampa Holê tên destpêkirin. Zehra Semo ba kişand ser rewşa kampên Roj û Holê û xeteriyên wan ên li ser civakê û wiha got: "Her du kampên Roj û Holê malbetên DAIŞ'ê yên ji neteweyên cuda di nava xwe de dihewînin. Xeteriyên wan li ser civakê zêdetir dibin. Şaneyên DAIŞ'ê bi hilweşîna rejîma Baasê re hewl didin ji guherînan sûdê bigrin û careke din xwe di nava civakê de bi rêxistin bikin, fikrên xwe yên tund belav bikin."
'Hebûna bîrdoziya îslama radîkal hêviya vegera DAIŞ’ê xurtir dike'
Zehra Semo destnîşan kir ku divê her dewlet hemwelatiyên xwe ji van kampan bigre û berpirsyariyên wan bigre ser xwe. Zehra Semo wiha axivî: "Ji destpêka ku Heyet Tehrîr El-Şam rêveberiya Şamê bi dest xistiye ve heta, bêîtaetî û çalakiyên DAIŞ'ê zêde bûne. Pabendbûna HTŞ'ê bi heman bîrdoziya îslama radîkal hêviya vegera DAIŞ’ê xurtir dike. Em bang dikin ku malbatên DAIŞ'ê li welatên xwe werin vegerandin. Kamp bûye bombeyek demkî, ji ber ku nifşek ji zarokan tê de bi vê bîrdoziya tundrew tên perwerdekirin. Herêm di şert û mercên siyasî re derbas dibe û rastî êrîşan jî tê. Zindîkirina şaneyên DAIŞ’ê jî barên siyasî û aborî Rêveberiya Xweser zêde dike, bi taybetî piştî rawestandina rêxistinên navneteweyî alîkariya ji bo van kampan."
'Kêmbûna piştgiriya lojîstîk rê li ber zêdebûna asta bêîtaetiyê vedike'
Der barê biryarên Amerîkayê yên rawestandin alîkariyên derve ji kampa Hol û Roj re, Zehra Semo bi van gotina dawî li axaftina xwe anî: "Biryara rawestandina alîkariyan û vekişîna rêxistinan bertekên cidî li ser her du kampan çêdike. Ji ber ku kêmkirina piştgiriya lojîstîk rê li ber zêdebûna asta bêîtaetiyê li wir vedike. Şaneyên DAIŞ’ê van rewşan bi kar tînin, hewl didin xwe ji nû ve zindî bikin.”