Gelek kes li Stenbolê hatin binçavkirin
Polîsan li Stenbolê avêt ser gelek malan û di serdegirtinê de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, polîsan duh bi şev li Stenbolê avêt ser gelek malên Kurdistaniyan. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de herî kêm 10 kes hatine binçavkirin.
Sedema kesên ku hatine binçavkirin nehat zanîn û polîsan binçavkiriyan bir Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê.