Gelê Tûnisê pêşwaziya Filoya Berxwedanê kir
Jinên Tûnisê ji bo pêşwazîkirin û piştgirî kirina "Filoya Berxwedanê" ya Îspanyayê tê û ji bo gihandina alîkariyê ya ji bo gelê Xezayê ber bi Bendera Sidi Bousaid a li banliyoya bakur a paytextê ve dike, çalakiya hevgirtinê li dar xistin.

NEZÎHA BOSEÎDÎ
Tûnis – Jinên ku beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku gelê Filistînê re di nava hevgirtinê de ne û balkişandin li ser girîngiya vê hewildanê ya di şikandina dorpêça li Xezayê de. Jinan wiha got: “Îro rojek awerteyê, divê neyê derbas kirin; ji ber ev bûyer di şikandina dorpêça Xezayê de sembol û hêviyê hildigre.
Herêma Sidî Bousaîd a girêdayî Marsayê ya li banliyoya bakur a paytext Tûnisê, şeva 7’ê Îlonê şahidî ji çalakiya hevgirtinê ya bi Xezayê re kir. Gelek hemwelatî li hev civiyan û bi taybetî jî beşdariya zêde ya ciwanan balkişand. Parkartên ku hevgirtina bi doza Filistînê re îfade dikin û şerê hêzên Îsraîlê ya li dijî Xezayê şermezar dike, hatin hilgirtin.
Li qadê bangên şikandina dorpêça li Xezayê deng vedan; hikûmetan li hemberê sûcên hêzên Îsraîlê ya li Xezayê, bi "hevkariya sûc" û "bêdengiya şermê" hatin sûcdarkirin.
‘Ji bo şikandina dorpêçê hêviya me mezin e’
Xwendekara fakulteya tibê Leba Bin Qunbî, da zanîn ji bo pêşwazîkirina Filoya Berxwedanê ya ji Îspanyayê ber bi Xezayê ve diçe, beşdarî çalakiyê bûye û ji gelê Filistînê re vê peyamê şand: “Ji 7’ê Cotmehê û vir ve we jiyan me guhert, we li gelek cihên cîhanê gelek têgehan guhert.”
Leba Bin Qunbî, diyar kir bawer dike Filoya Berxwedanê wê bigihîje Xezayê û alîkariyên pêwîst jî bigihîje. Leba Bin Qunbî, wiha axivî: “Gelê Filistinê jî mina gelê Tûnisê xwedî malbat, xeyal û hêviya ne. Gelê Xezayê jî mafê jiyanek bi rûmet û jiyankirina di şert û mercên kar, perwerde û adil de heq dikin. Hevgirtina Ereban girîng e; pêwîste em bibin yek, destên xwe bidin hev û dorpêçê bişkînim. Divê em ji bo azadiya Xezayê tevkarî bikin û ala wan bilind bikin.”
‘Hevgirtîn û hevkariya gelan wê dawî li dorpêç û birçîbûnê bine’
Yek ji beşdarvanan Esma Buş’ayr jî, hevgirtina xwe ya bi xwendekarên Filistînî yên di şert û mercên zehmet de dijîn anî ziman û destnîşan kir ku qutbûna ji perwerdehiyê wê demkî be û hevgirtin û hevkariya di navbera gelan de wê ji bo bidawîkirina dorpêç û birçîbûnê tevkarî be.
Esma Buş’ayr, baweriya xwe ya bi hêz û biryardariya jinên Filistînî re anî ziman û diyar kir ku ew dikarin zehmetiyan derbas bikin û di qadên perwerde û pîşeyî de bi destxistina serkeftinên mezin wê di gelek qadên din de jî di nava jinên herî bijarte de cih bigrin.
‘Ev doz, dozekî edaletê ye’
Jina binavê Lubna Bin Aşûr beşdarî çalakiyê bûn, vê rojê mîna rojek awerte binavkir û destnîşan kir ku divê neyê derbas kirin. Lubna Bin Aşûr axaftina xwe wiha domand: “Ez ji bo pêşwazî kirina Filoya Berxwedanê ya ji bo Xezayê hatim. Ev bûyer di şikandina dorpêça Xezayê de sembol û hêviyek mezin hildigre. Ev doz, dozekî edaletê ye ku ji zarokatiyê ve di dilê min de hatiye kolandin.”
Lubna Bin Aşûr, da zanîn her roj bi rêya medyaya dîjîtal êrîşên hovanê ên Îsraîlê temaşe dike û van dîmenan mîna “êşek mezin û lerizîner” binavkir. Lubna, ji jinên Filistînê re peyama hevgirtinê şand û diyar kir ew fedakariyên mezin dikin û divê têkoşîna xwe bidomînin. Lubna Bin Aşûr, diyar kir serkeftin “mîsoger e”.
‘Serketin wê mîsoger bibe’
Mamosteya Erebî û nivîskar Aliya Allûlû Keşû jî wiha got: "Bê guman Filistîn di dilê me hemûyan de dijî. Filistîn doza me ya ewil û hevpar e. Ev du salê em şahîdiya dorpêç û êşên gelê Xezayê dikin. Pêwîste doza Filistînê li ser bingeha edalet û rûmetê bê çareserkirin.”
Aliya Allûlû Keşû, Tufana Aqsayê mîna tufanek şermê binavkir û diyar kir ku wê Filoya Berxwedanê dorpêça li Xezayê bikşîne, êşa gel bidawî bike û dawî li hovatiya hêzên Îsraîlê ya ben dijî mirovahiyê bîne.
Aliya Allûlû Keşû, axaftina xwe wiha domand: "Piştgiriya gelê Tûnisê, çi bi rêya boykotê, çi bi rêya nivîsandinê an jî çi bi rêya îfadekirinê bibe, wê kêm bibe. Em hêvî dikin ku Filoya Berxwedanê bibe destpêka dawîkirina vê trajediya dirêj. Bêguman serkeftin wê mîsoger bibe.”
Şandeya “Filoya Berxwedana Kûrewî” ragihand ku ji ber sedemên teknîkî û lojîstîkî dîroka çûnehatinê ji 7’ê Îlonê taloxî 10’ê Îlonê kir.