Gelê Suweydayê ji bo Şêx Meqsûd û Eşrefiye rabû

Bi dehan kesên ji bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê, bi armanca şermezar kirina bombebarankirina sivîlên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li hev civiayan û piştgirî dan gelê Kurd.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Gelê Suweydayê, li dijî êrîşên dijwar ên li taxên Helebê çalakiyek hevgirtinê li dar xistin. Beşdaran, li dijî hedefgirtina sivîlên bêguneh dirûşme qîr kirin û daxwaza parastina sivîlan kirin. Beşdaran, diyar kirin ku ev êrîş ne tesadufî ne, parçeyekî polîtîkaya bipergalî ya tundî û vederkirinê ya rejimê ye.

Xwepêşanderan, diyar kirin xwîna kesên jiyana xwe ji dest dane, dê pêşeroja nû ya Sûriyeyê binivîse û daxwaza dawîanîna êrîşan kirin. Jinên beşdarî çalakiyê bûn, ala kesk, sor û zêr hilgirtin û destnîşan kirin ku sivîl bêguneh in û divê neyên hedefgirtin.

‘Êrîşên li Helebê qirkirin e’

Rakîya el-Şeîr a beşdarî çalakiyê bû, bombebarana li dijî taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûd mîna "polîtîkaya komkujî û qirkirinê" bi nav kir Û diyar kir ku ev êrîşan hemû civakên Sûrî yên wekhevî û mafên hemwelatîbûnê diparêzin hedef digre. Rakîya el-Şeîr, wiha got: “Hinek rêxistin ji lîsteyê terorê yên navneteweyî tên derxistin û beşdarî mekanîzmayên biryardayînê tên kirin.”

Beşdaran, bang li raya giştî ya cîhanê û hemû mirovên xwedî wijdan kirin ku piştgiriyê bidin Sûriyiyên ku ji ber bawerî an mezhebên xwe tên hedefgirtin û destnîşan kirin ku ev sûcek li dijî hemû mirovahiyê ye.

‘Hevgirtina di têkoşîna ji bo mafan de wê bidome’

Aktîvîst Enas Na'im got ku beşdaran ji bo piştgiriya Kurdan û balkişandina ser "êrîşa hovanê" ya li Helebê kom bûne û diyar kir ku dîmenên koçberiyê yên dawî bi êş in û koçberiya bi darê zorê û êşa ku gelê Suweydayê berê jiyankir bibîrdixe. Enas Na'im, balkişand ser rewşa jin û zarokan û destnîşan kir hevgirtina di têkoşîna ji bo mafan de wê bidome.

‘Êrîşên heyî civakên Sûriyeyê hedef digre’

Rîmal el-Hamed jî, diyar kir ku armanca çalakiyê ew e ku li dijî gotinên mezhebî û hevgirtinê bi civakên Kurd, Elewî, Xiristiyan û hemû civakên Sûriyeyê û wiha axivî: “Ev yek ezmûnên gelê Suweydayê yên derbarê koçberî û windakirina erdê de anî bîra mirov. Bikaranîna ol a ji bo rewakirina kuştinê tu eleqeya wê bi Îslamê re nîne û gotinên mezhebî yên belavbûne, bi nirxên rast ên mirovî û olî re nakok in.”