Gelê Hesekê axa xwe diparêze
Li hember êrîş, talan û kiryarên din ên qirêj ên çeteyan, gelê Hesekê tevlî seferberiyê bû û got ku “Ger em bibin yek, emê biserkevin. Tu carî em nakevin.”
Bêrivan înatcî
Hesekê- Gelê Hesekê ji bo parastina axa xwe bişev û biroj li ser piya ye. Bişev jin, mêr, zarok, hemû bi hev re taxa xwe diparêzin. Xelkê Hesekê diyar dike ku li hember çeteyên ku êrîşê can û malên wan dikin, ewê jî taxa xwe biparêzin. Bişev li kuçeyê agir pêdixin û li dora agir nobeta taxa xwe digirin.
‘Tu carî em nakevin’
Nişteciha bi navê Nisrîn Merî, digel sermayê di şûna ku di nav nivînên xwe yên germ de bimîne, taxa xwe, gelê xwe diparêze. Nisrîn piştgiriya ji bo şervanên xwe bi van gotinan anî ziman: “Ez hevjîna şehîdek im. Şehîd Ferît. Ez jinek li taxa xwe me. Em taxa xwe diparêzin. Em her şev derdikevin. Ez û apê xwe, dotmama xwe, zarokên min, em hemû bi hev re derdikevin. Ger em bibin yek, emê biserkevin. Tu carî em nakevin.”
‘Em bi şervanên xwe re ne’
Ezîz Bedîr jî yek ji wan e ku tevî temenê xwe yê mezin jî nobet digre. Mamê Ezîz di wê sir û seqemê de hestên xwe ji me re anî ziman. Mamê Ezîz destnîşan kir ku Kurdistan yek perçe ye û wiha got: “Ez bavê Canda, Şehîd Ronî me. Em jî bi tevî hêzên xwe, heta sibehê nobet digrin. Em pişta şervanên xwe digirin û em moralê wan bilind dikin. Em bi şervanên xwe re ne û hêvîdar im serkeftin ya şervanên me ye.”
‘Çete tiştên miletê me didizin’
Mamê Ezîz diyar kir ku li başûr, bakur, rojava û rojhilat, li her derê Kurdistanê, gel ne çar perçe ye û wiha domand: “Gel bûye yek perçe. Hebûn û tunebûn maye. Em dev ji vî welatî bernadin. Em li malên xwe ne, em ji malên xwe derneketine. Ji bişev pê de em li ser karê xwe ne, em cîranên xwe diparêzin. Ji bo ku dronên çeteyan derbasî taxên me nebin, tu xirabiyek nekin, diziyê nekin. Tiştên miletê me nedizin. Karê wan dizî ye. Ew ji bo diziyê tên, ne ji ber ku beriya erdên xwe dikin. Bêriya erdên xwe bikirana, nedihatin vir.”
‘Ji bo tevahiya Sûriyeyê şehîd bûn’
Ezîz Bedîr bi bîr xist ku wan ev dever rizgar kiriye û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Bi xwîna şehîdan, 20 hezar şehîd û 20 hezar birîndar ji bo wan çêbûn. Ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya Sûriyeyê şehîd û birîndar bûn. Me DAİŞ şikand û pêli wan kir. Her bijî Kurd û Kurdistan. Serkeftin ji şervanên me re.”