Gelê Firatê berxwedana gelê Şêxmeqûs û Eşrefiyê silav kirin

Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê ji bo 13’emîn salvegera komkujiya Parîsê û yekemîn salvegera berxwedana Tişrînê meşiyan. Meşvanan berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê silav kirin.

Kobanê – Rêxistina Kongra Star ya kantona Firatê îroj li bajarê Kobanê yê kantona Firatê meşeke girseyî ji bo bîranîna têkoşerên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz, her wiha ji bo salvegera berxwedana bendava Tişrînê a ku ji 8’ê Çileya2025’an de destpê kir û heta 4 mehan dewam kir, birêxistin kir.

Di meşê de bi sedan jinên kantonê, gel û ciwanên wê, di heman demê desteyên Rêveberiya Xweser, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan û xwendekar amedebûn. meşevanan pankartên bi nivîsên “hedefgirtina jinên pêşeng şoreşa me ranawestîne têkoşîna me bilindtir dike”, “Berxwedana Bendavê rûmeta me ye” û “na ji êrşên hikûmeta Şamê li ser sivîlan li  taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê”, di heman demê de wêneyên şoreşgerên komkujiyên Parîsê, posterên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Meşê ji qada Jina Azad bi berzkirina siloganên “Jin, jiyan azadî”, “berxwedan jiyan e” û “şehîd namirin” destpê kir û heta qada Aştî çû û rawestiya. Di meşê de gel serhildana li Rojhilatê Kurdistan û Îranê silavkirin û êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî bibîrxisitn.

Piştî meş li qada Aştî rawestiya, hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya kantona Firatê Sara Xelîl axivî.

Sara Xelîl têkildarî komkujiya ku li Parîsê pêk hat, wiha got: “Weke vê rojê beriya 13’e salan sê pêşengên me yên jin bi riya îxanetê ji aliyê mîta dewleta tirk ve hatin qetilkirin. Ev şehîd û bi taybet jî hevala Sakîne meş û riya me ya têkoşîn û azadiyê ronîkirin ku îroj bi hezaran jin li ser vê riyê têdikoşin. Êrîşên qirkirinê yên hêzên netew-dewlet bi komkujiya Parîsê re sînordar neman, ji bo vê jî pişt re gelek komkujiyên din hatin meşandin. Îroj bi vê wesîleyê weke jin em soza xwe ya bilindkirina têkoşîna azadiyê û şopandina riya pêşengên xwe nû dikin.”

Sara Xelîl ku berxwedana gel ya li bendava Tişrînê bi berxwedana rûmetê bilêv kir, wiha got: “Par di vê rojê de bi hezaran gelê me ji bo parastin rûmet û hebûna xwe berê xwe dan bendava Tişrînê. Berxwedana gel, jinan, ciwana û şervanan li ser bedena Tişrînê serkeftin misoger kir û ji bo gelên bindest bû îlham.

Meş bi silavkirina berxwedana gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û bîranîna lehengên komkujiya Parîsê û berxwedana Tişrînê bi dawî bû.