Gelê Firatê bersiv da seferberiyê, berê xwe da Helebê

Bi sedan ji şêniyên kantona Firatê tevlî seferberiya ji bo berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn û bi karwanekî berê xwe dan Helebê.

Kobanê – Çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ku ji 6’ê Çile ve taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Yezîd yên Helebê dorpêçkirine û bi dijwarî topbaran dikin, ji şevê din ve asta êrîşan dijwartir bûye ku gelek komkujî pêk hat.

Piştî ku çeteyên cîhadîst teslîmbûn li ser gelên herdû taxan û hêzên wê yên Ewlekariya Hundirîn ferzkirin, Meclîsa Gel bersiv da ku ewê di taxên xwe de bimînin û bi rûmet berxwedana xwe dewama bikin ku banga seferberiya xwedî derketinê kirin.

Piştî banga seferberiyê hatkirin, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî seferberiyê bûn ku ji gelek kantonan karwanên gel berê xwe didin Helebê.

Di vê çarçoveyê de gelê kantona Firatê bi pêşengiya jin û ciwanan, bi rihê berxwedana Kobanê û bendava Tişrînê tevlî seferberiya ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyêbûn. Gelê ku li qada şehîd Egîd ya bajarê Kobanê kombûn, bi berzkirina siloganên “bijî berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê”, “Bijî Rêber Apo”, “bimre îxanet em bibin nakevin” û” em ji mirinê mezintir in” bi karwanekî berê xwe dan taxên berxwedanê yên li Helebê.