Gelê Efrînê vedigere warên xwe: Karwana duyemîn dê sibe bi rê bikeve

Karwana duyemîn a koçberên Efrînê ku ji 200 malbatan pêk tê, wê sibeha 4'ê Nîsanê ji Qamişloyê bi rê bikeve û di ser riya M4 re berê xwe bide bajarê Efrînê.

Navenda Nûçeyan – Di salên 2018 û 2019’an de, ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ve li ser Efrînê, bi hezaran malbat koçber bûn.

Di encama êrîşên li dijî rejîma Baasê di 27’ê Kanûna 2024’an de û êrîşên ku ji aliyê dewleta Tirk, HTŞ û komên çete yên DAIŞ'ê ve di 6’ê Çileya 2026’an de li ser heremê, zêdetirî 450 hezar kesan ji herêmên Efrîn, Şahba, Heleb, Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûn û neçar man ku berê xwe bidin bajarên heremên  Rêveberiya Xweser.

Veger berdewam dike

Vegera sivîlên bi darê zorê koçber bûne wekî yek ji xalên sereke yên peymana ku di navbera QSD û hikûmeta Şamê de di 29’ê Çileya 2026’an de hatiye îmzekirin, derket holê. Gava yekem a berbiçav, di pêvajoya vegerê ku di bin vê peymanê de hatiye destpêkirin, di 9’ê Adara 2026’an de hat avêtin. Karwana yekem ku ji 420 malbatan pêk dihat, ber bi navçeyên Cindirês, Mabeta û Şiyê ve çû û roja din bi ewlehî gihîşt cihê xwe.

Karwana duyem dest bi vegerê kir

Hatibû plankirin ku karwana duyem di 12’ê Adarê de biçe. Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Meclîsa Penaberan a Efrîn-Şehbayê ve hat dayîn, tê payîn ku ev koma ji 200 malbatan pêk dihat vegere navçeya Raco û navenda bajarê Efrînê. Lê ev vegera di 11’ê Adarê de bêyî ti sedemê hat taloqkirin û paşxistin.

Derbarê rêwîtiyên vegerê de daxuyaniyek nû hat dayîn. Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewlekariya Navxweyî Mehmûd Xelîl li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal (X) ragihand ku karwana duyemîn dê sibê (4’ê Nîsana 2026’an) saet di 06:00’ê sibê bi rê bikeve.

Li gorî vê yekê koma duyemîn ku ji 200 malbatan pêk tê, dê di 4’ê Nîsanê de saet 06:00’ê sibê ji xaçerêya Şehîd Yûsif Gulo ya li Qamîşloyê bi rê bikeve. Karwan dê bi rêya navneteweyî ya M4 ber bi Efrînê ve biçe.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Hewldanên me ji bo vegera bi ewle û rêkûpêk a hemû gelê me berdewam dikin. Em ji welatiyên xwe yên qeydkirî dixwazin ku pabendî cih û dema diyarkirî bin. Em ji wan re rêwîtiyek ewle û gihîştinek ewle dixwazin.”

Li gorî çavkaniyên herêmî, tê payîn ku kom ber bi navenda bajarê Efrînê û bajarokên girêdayî wê Raco û Şêrawa ve biçe.