Gelê Dêrazorê: Em ê li gel Rêveberiya Xweser têkoşîna xwe bidomînin

Şêniyên Dêrazorê bertek nîşanî êrîşên Heyet Tehrîr El-Şam ên bi piştgiriya dagerkeriya Tirk dan û bal kişandin ku bêdengiya civaka navneteweyî pêşî li komkujiyên weke peravên Sûriyeyê û Suweydayê vedike.

Dêrazor — Li kantona Dêrazorê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, tevgerên jinan û civakê, şêxên eşîretan û giregirên bajar, ji ber êrîşên li ser taxên Kurdan Şêx Meqsûd û Eşrefiyê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku berxwedana gel û îradeya ji bo jiyanê ji hemû plan û projeyên tunekirinê û êrîşan mezintir e.

Li ser sûcên şer ên komên çete û HTŞ’ê yên li dijî sivîlên li taxan kirin, hat gotin ku tiştên hatine kirin sûcên şer in û wiha hat gotin: “Komên girêdayî Tirkiyeyê û rêveberiya demkî, li taxên Eşrefiyê, Şêx Meqsûd û Benî Zeyd komkujiyan li dijî sivîlan kirin. Li taxa ku ji 1’ê Nîsana 2025’an ve heta niha dorpêç hebû, di bin kontrola rêveberiya demkî de bû, tu hêzên QSD’ê li wan tunebûn. Bi peymana 1’ê Nîsanê li wan taxan tenê Hêzên Asayîşa Hundirîn ji bo parastina gel hebûn. Îdiayên ku dibêjin hêzên QSD’ê li wan deran hebûne bê bingeh in, ev yek tenê ji bo meşrûkirina sûcên hatine kirin hincet tê nîşandan.”

Komên serberdayî yên di bin parastina Tirkiyeyê de careke din xwe nîşan didin’

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku şêniyên li taxan ku berê ji Efrînê bi darê zorê ji aliyê heman hêzan ve hatibûn derxistin, vê carê jî ji aliyê heman koman ve ji Helebê hatine derxistin û hat gotin ku ev yek sûcê şer e. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bêdengiya civaka navneteweyî dê rê li pêşiya komkujiyên weke keviyên Sûriyeyê û Suweydayê veke û wiha hat gotin: “Komên serberdayî yên di bin parastina Tirkiyeyê de bi desteka leşkerî û siyasî careke din xwe nîşan didin. Em bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû mirovên azad û bi rûmet dikin ku li dijî êrîşên li ser taxan bêdeng neminin. Ji bo em bikaribin zarokên xwe biparêzin, pêşî li vê zordariya ku li pêşiya lihevkirinan di her warî de asteng e bigrin, tevna civakî ya Sûriyeyê biparêzin divê piştgirî hebe.”

‘Em ê bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re têkoşîna xwe bidomînin’

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin ku divê pergala Rêveberiya Xweser were parastin û wiha bi dawî bû: “Li van erdên ku rêxistinên hov û xwînxwar ên weke DAIŞ’ê hatin têkbirin, em diyar dikin ku em ê bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî her projeya ku tevna civakî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hedef digre û hewl dide fitneyê derbixe bisekinin.  Sûriye tenê bi hevrebûna hemû hevgirtiyên xwe yên ji netew û olên cuda, jiyana hevpar û temsîliyeta adil a di saziyên dewletê de dikare were temsîlkirin. Bi van êrîşan û hewldanên dagirkeriyê ji bo Sûriyeyê tu pêşeroj nikare were avakirin.”