Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 1’ê Gulanê bi şahiyan pêşwazî kir

Li gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes bi boneya 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê kombûn û bi şahiyan ev roj pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan- 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi coşek mezin hat pêşwazîkirin. Li Kobanê, Şehba, Hesekê gel daketin qadan û şahiyan pîroz kirin. Di pîrozbahiyên ku hat lidarxistin peyama xwedî derketina şoreşa Rojava ku bi kedêk mezin hatiye avakirin hat dayîn.

Kobanê

Bi boneyê 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) şahiyek bi dirûşmeya “Bi hêza karkeran emê netewa demokratîk ava bikin” li qada şehîd Egîd birêxistin kir. Di şahiyê de şêniyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî û kedkarên wê amede bûn.

Şahiyê bi deqeyek rêzgirtin destpê kir, pişt re endama Meclîsa Jin ya Malbatên Şehîdan Bedîya Miho axivî.

Bedîya Miho 1’ê Gulanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Têkoşîn, tevger û şoreşa me xwe dispêre kedkariyê, lewra ji bo me ev roj gelek bi nirx û wate ye. Bîrdoziya me li dijî kedxwariyê, paradîgmaya me bi kedê hebûn afirandin, pêş xist. Ji bo vê jî me dikarbû bi têkoşîn û kedê bigîhêjin van rojan, şoreşan lidarxin û bibin xwedî pergal. Bingeh û çavkaniya şoreşa me kedkar in, emê bi kedkaran jî pergala Netewa Demokratîk misoger bikin û bikarbin civakeke demokratîk û ekolojîk ava bikin.”

Şahî bi stranên hunermend Xelîl Can û gerandina govendê bi dawî bû.

Şehba

Li  Efrîn-Şehba jî 1'ê Gulanê Roja Kedkar û Karkeran a Cîhanê bi şahiyekê di bin diruşmeya "Bi hêza kedkaran em ê Netewa Demokratîk ava bikin" hate pîrozkirin. Şahî li qada wargeha Serdem a navçeya Ehdas hate çêkirin û qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pakrewanên azadiyê hate xemilandin. Her wiha di şahiyê de xelk û endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Kongra Star amade bûn.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pêkir. Paşê Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Efrîn-Şehba Şêrîn Hesen axivî û got: "Em vê rojê li kedkarê mezin  Rêber Apo pîroz dikin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo em qada azadiyê dixemilînin û bi rengê azadiyê tev digerin, her wiha bi vê fikrê jin sîstema wekheviyê dide meşandin û pergala hevseroktiyê di nava gel de bi rêxistin dike û soza civakek azad dide. Em soza xwe di vê rojê de carek din nû dikin ku em ê pergala Îmraliyê hilweşînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."

Piştre hunermendên Tev-Çand Efrîn-Şehba Zîlan Xelîl û Avrîn , Koma Şengal ên stranan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş gel kirin. Her wiha helbest jî bi munesebeta vê rojê hatin xwendin.

Şahî bi gerandina govendê dawî bû.  

Hesekê

Di bin dirûşmeya "Bi hêza karkeran emê netewa demokratîk ava bikin" li bajarê Hesekê pêkhatiyên Kurd, Ereb, Aşûr, Ermen, Suryan ji gelek bajarokan hatin li parka Serdem a bajarê Hesekê şahiyek girseyî lidarxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Tev-Dem Rûken Ehmed axivî û wiha got: "Rêber Ocalan ji bo ku karker bighêjin mafê xwe gelek têkoşiya û hîn jî têdikoşe, 51 sal pey xwe hişt û niha jî komploya li dijî wî tê meşandin, di sala 25'an de ye. Ji bo hemû gel, netew û jinan têkoşîneke bê hempa tê meşandin.

Pêwîste bi rihê 1'ê Gulanê piştgiriyê bidin pêngava "Ji Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" û wê bi encam bikin. Fedayîbûna Rûken, Sara, Erdal û Rojhatan li dijî dagirkeriya Tirk têkoşîna me derbasî pêvajoyeke nû kir. Wê dîroka têkoşînê îsbat bike ku wê sedsala 21'an bibe sedsala jin û gelan."

Paşê koma Zelal, koma Gerestêrk, Koma Tolhildan û koma Tolhildan Gurzek stranên xwe pêşkeş kirin û gel li ber stranan xelekên govendê gerandin.