Gelê Şengalê ber bi sînor ve diherike
Gelê Şengalê ji bo derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, berê xwe da sînor.
Şengal- Li hember êrîşên çeteyan ên bi armanca dagirkirina Rojava hatine destpêkirin, gelê Şengalê di van kêliyan de berê xwe dan sînorê di navbera Iraq û Rojava de.
Girse bi biryardarî û dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana Rojava” ber bi sînor ve diherike.