Gelê Êlihê: Cihê qeyûm li şarederiya me tune ye

Li Êlihê jinên ku li dijî qeyûman dest ji kolanan bernadin gotin: “Şaredarî ya me ye, em wisa bi rehetî ji wan re nahêlin. Cihê qeyûm ne li şaredariya me, ne li bajarê me, ne jî li ser wî maseyê tune ye.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih- Platforma Saziyên Demokratîk bi daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd bi riya demokratîk, pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîanîna tayînkirina qeyûman wê îro li Êlihê mitîngek li dar bixin. Mitînga ku bi dirûşma ‘Demokrasî û Azadiyê’ were lidarxistin wê di saet 13.00’an de li Basin Kavşagi dest pê bike.

Jinên ku bi rojan e li dijî qeyûm berxwedanê didomînin, bi gotina ‘Em rê nadin qeyûm’ wê li qada mîtingê bin.

‘Em dest ji şaredariya xwe bernadin’

Gulfîdan Yagen a ku bi rojan e li dijî qeyûm li kolanan e wiha got: “Ev bi rojan e em li vê derê li ber xwe didin. Bila Xwedê mafê me ji wan re nehêle. Navê vê ji zilmê pêvetir tiştek din nîn e. Em ê dest ji şaredariya xwe bernedin. Ez li ber xwe didim. Ez amade me li her derê Kurdistanê li ber xwe bidim. Îro çavên hemû kesan li Êlihê ne. Em ê bi berxwedana xwe bigihîjin serkeftinê.”

‘Em ê heta dawî li ber xwe bidin’

Ji jinên li berxwedêr, Perîhan Demîrel tayînkirina qeyûm weke ‘zulm’ pênase kir û bal kişand ser êrişên polîsan û wiha got: “Îşkence li ciwanên me dikin, tiştek nemaye bi serê vî gelî de anîn. Em aştiyê dixwazin. Hindî em dibêjin biratî ew bi dijminatî êriş dikin. Tu caran biratiyê bi me re nekirine. Ger ew me naxwazin em jî wan naxwazin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

‘Cihê qeyûman li ser wî maseyê tune ye’

Leyla Oluk bi gotina ‘Divê em êdî li Kurdistanê tayînkirina qeyûm qebûl nekin’ banga beşdariya berxwedanê li her kesê kir.

Leyla Oluk diyar kir ku ew ê her dem li dijî qeyûm têbikoşin û wiha got: “Divê em wisa li ber xwe bidin ku cesaret nekin qeyûm tayîn bikin. Li ser vê xakê, li Kurdistanê kesek tenê mabe jî em ê rê nedin qeyûman. Em bi hilbijartinê hatine û em tenê bi hilbijartinê diçin. Em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin. Îro nebe jî wê sibê helbet qeyûm ji vê xakê biçe. Cihê qeyûman li ser wî maseyê tune ye.”

‘Jinên pêşengên berxwedanê’

Elîf Kivircik jî da zanîn ku pêşengiya berxwedanê jin dikin û wiha got: “Dema dest dirêjî destkeftiyên me tê kirin, jinên li her qadê pêşnegiyê dikin di vê berxwedanê de jî pêşeng in. Em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin. Heta îro me hemû tişt bi têkoşînê bi dest xistin, wê ji îro şûnde jî têkoşîna me bidome. Em ê destkeftiyan ji qeyûman re nehêlin.”

‘Gel wan naxwaze’

Sumeya Erol destnîşan kir ku qeyûm ji aliyê gel ve nayê qebûlkirin û ev tişt got: “Ger gel wan bixwesta, wê wan hilbijarta. Ger wan nehilbijartibe, wan naxwaze. Bila zêdetir hêrsa me nanekin, dest ji wî kursiyê berdin. Ev gel ji bo vê li ser lingan e. Me ew nexwestiye û nehilbijartiye ev ewqas asan e qey. Ger bi xwe bawerbûna, wê biketana hilbijartinê. Lê belê ya gel dixwaze gelek eşkere û zelal e, gel îradeya xwe didixwaze. Bila demildest ji şaredariyê derbikevin.”